Li Bangladeşê di du hefteyan de 8 hezar û 600 kes hatin binçavkirin

Hêzên ewlehiyê yên Bangladeşê di çarçoveya operasyoneke li dijî ‘çeteyan’ de di nava du hefteyan de zêdeyî 8 hezar û 600 kes binçav kirin. Tê îdîakirin ku têkîliya van ‘çeteyan’ bi hikûmeta serokwezîrê berê Şêx Hasina re heye.

Di demên dawî de li paytext Dakka’yê rêjeya sûc, zêde bû. Li gorî polîsan ji Çileya 2024’an ve hejmara diziyê du qat zêde bû.

Operasyonên binçavkirinê yên li welêt jî, di demeke wiha de qewimî. Piştî serhildana bi hefteyan de, Şêx Hasina revî Hindistanê. Ji wê demê ve Serokê Wezareta Karên Hundir ê hikûmeta demkî Jahangir Alam Chowdhury, talîmat da polîsan ku operasyona berfireh a bi navê ‘Nêçîra Şeytan’ bi lez bixin.

Li gorî polîsan ji 8’ê Sibatê û vir ve zêdeyî 8 hezar û 600 kes hatin binçavkirin.

Jahangir Alam Chowdhury ji ber zêdebûna sûcan, endamên partiya Yekîtiya Awami ya Şêx Hasina berpirsyar nîşan da û got, ew dixwazin welêt ‘bê îstiqrar’ bikin.