Heyva Sor UK li dijî Covîd-19 bû 'hêviya' kesên bêmal

Li Brîtanyayê, Heyva Sor tevî saziya alîkariyê Cîtîzen UK alîkariyê dide mirovên li derve dimînin, bêmal, xizan û nexweş in.

Vîrûsa korona ku bandorê li tevahiya cîhanê dike, li Îngilistanê jî zû belav dibe. Yek ji bajarên Îngilistanê ku herî zêde ketiye bin bandora vîrûsê London e.

Li Londonê gelek mirovên hene ku li derve dimînin, xizan û nexweş in. Bi rêya tevnên piştevaniyê alîkariya xurek, xwarin û derman ji van mirovan re tê kirin. Heyva Sor UK jî kete nava liv û tevgerê.

Heyva Sor ji aliyekî ve ji bo malbatên Kurd ên li Londonê pêwîstiya xwe bi alîkariyê hene dixebite, li aliyê din mirovên bêmal û xizan hembêz dike.

Heyva Sor bi vê armancê bi yek ji girîngtirîn saziyên alîkariyê yên Îngilistanê Cîtîzen UK re karekî hevpar dike. Di vê çarçoveyê de ji bo xwaringehên li dibistanan ji bo bêmal û xizanên li Bakurê Londonê tê amadekirin, alîkariya xurekê kom dike.

Heyva Sor bi vê jî nema, alîkariya kom kir gihand dibistanan û alîkariya madî li xwaringeheke dibistanekê kir.

Heyva Sor her wiha bi tevnên piştevaniyê re ji bo tercûmanî û alîkariya derman karekî hevpar dike.

Heyva Sor UK têkildarî karê xwe daxuyaniyek da û diyar kir, "Heyva Sor a Kurdistanê (Kurdish red Moon) di demekê de ku şewba Covîd-19 li tevahiya cîhanê belav bûye û bûye sedema mirina gelek mirovan, ji bo mirovên hewcedar ê li herêmên em lê ne, me dest bi kar kir."

Heyva Sor diyar kir ku li herêma Harrîngey a Londonê wan bi saziya bi navê Cîtîzens UK re alîkariya erzakê dane gelek dibistanan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Karê me yê li herêmê ji aliyê berpirsyar û rêveberên dibistanê ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin û me dît ku piştgiriya me bûye sedema moral û piştgiriyeke mezin. Bi navê Heyva Sor, têkilî û tevna piştevaniyê ya ku me li dijî drama mirovahiyê ya li Kurdistanê ava kirin, îro li dijî vê karesata şewba Koronayê bi kar tînin û li gel gelan cih digirin."