Hewaya lewitî bandora pandemiyê zêdetir dike

Li gorî lêkolînên zanistî li deverên ku hewa pir lewitiye bandora kujerbûnê ya vîrûsên weke Covîdê zêdetir dibe.

Li gorî xebata Zanîngeha Cinêvê (UNÎGe) û Dibistana Bilind a Polîteknîk a Zûrîhê (EPZF) li nav heawyê dema partîkulên mîkro pir zêdetir bin mirovan li bara pandemiyan bêhtir hesas dike.

Li gorî lêkolînan forma giran a pandemiya Covîde-19'ê li wan mirovên ku ji qirêjiya heawyê karîger dibin, xuya dibe.

Di lêkolînê de hate diyarkirin nexasim li bajarên mezin an jî li herêmên sinayî ji ber sedema zêdebûna lewitîna hewayê mîkro partîkulên ku ji 2,5 mîkrometreyan biçûktir in di gelek hêlên grîbê de dibe ku nexweşî li mirovan girantir bike.

Her wiha hate diyarkirin dema ku partîkulên navborî bi SARS-Cov-2'yê re dibin yek encamên wan pir girantir dibin. Li gorî vê mîkro partîkul her wiha hem rengê hêlê diguherîne û hem jî dikare bibe sedem ku hêl bêhtir berbelav bibe.