Sîstema hevserokatiyê mifteya civakeke demokratîk e

Civakbûn hêdî hêdî ber bi windabûnê ve diçe û di nav tarîtiyekê de diçe. Ji ber wê jî sîstema hevserokatî weke tîrejekî ji ronahiyê bê civakê me ronî dike.

Di civaka mirovan de volkanê jiyanê ya rastî di navbera Zaxros Torosan de teqiya ye. Jiyana baldar di qiraxa ava Dicle-Firatê de herikiye. Di Kurdistanê de bi navê JIN-JIYAN tevna jiyanê hatiye honandin. Çavkaniyên jiyana mezin û azad wiha pêşketiye. Ev çavkanî di heman demê de heqîqeta civakî ne. Ev heqîqetên civakî weke akademiya zanistî yê di Rojhilata Navîn de ye û li Kurdistanê hertim jiyane. Heger em jî dixwazin azad bijîn, em ê di vê Akademiya Zanatiyê de kokên xwe lêkolîna bikin û li ser mezin bibin.

Piştî têqîna mezin a ‘Bîg Bang’ li ser gerdûnê qeşa hêdî hêdî heliya. Di serî de şênî û mirovên yekemîn wek Homusapiyens ango mirovên difikire derdikeve pêş û civaka xwezayî despê dike. Mirovahî her ku diçe pêş dikeve, di pêşengtiya jin de roj bi roj pêvajoya jiyanekê hê pêşketî derdikeve.

Jin weke pêşengê rastiya civaka xwezayî bû. Her diçû pêşketinên mezin diafirand, di fikir de jî pêşketin çêdikir û pêvajoya yekemîn a civakbûyînê ava kir. Li hember van pêşketinên tên çêkirin zilam dikeve nava tevgerê.

Zilamên Şeman (Xwedî Tecrube) ji ber neçîrvaniyê asta ezezî û desthilatadariyê li gel wî pêş ket. Ji ber wê jî dest bi perwedekirina ciwanên civakê kir ji bo mefê jinê ji dest bigrin û xwe bihgêjînin asta birêvebirina civakê.

Di pêvajoya Sumeran de bi awayekî kûr û bi fermî maf ji destê jinê hate girtin û bi pêşketina pergala Zîgorat, Rahîb û Şamanan ve mûqedesbûyîna jinê ji holê radibe. Li şûna xwedawanda dayik êdî xweda û deshilatdarî dibe xwedî rol. Di rastiyê de mirov dikare bibêje ku êdî civaka ku hemû jiyana xwe bi xwezayî di domîne ji holê radibe. Di cihê wê de pergala baviksalarî ya mêr pêş dikeve û civak dikeve di asta duyemîn de.

Nêzî 5000 sal civak û di serî jin di nav koletiyê de dijî û sîstema baviksalarî li pêşiya hizrandina wê yê ku her tiştî diafrîne sekinî û hêşt ku jin bibe amûr di destê zilam de.

Lê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di zaroktiya xwe de,di mijara jin û zilam di nav nekokiyan de bû, di encamê wê de dît ku ‘ger jin azad nebe civak azad nabe û ger cavak azad nebe Kurdistaneke demokratîk û wekhevî ava nabe.’ Li ser wê bingehê ji bo dest bi azadiya jinan a pratîkî bike, sîstema hevserokatiyê di Girtîgeha Îmralî de di dîroka 20’ê Îlona 2004’an de ve pêşkêşî gel û Tevgera Azadiya Kurdistanê kir.

Pêkanina wê ya pratîkî cara yekê di sala 2005’an de di Kongra Civaka Demokratik (DTK) de hatiye pêşxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî di sala  2012’an de bi partiya PYD’ê re derbasî sîstema hevserokatiyê bûn, piştî wê di hemû meclîs û saziyan de sîstema hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bûn.

Li ser vê yekê Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Şîraz Hemo, li ser sîstema hevseroketiyê ji ANF’ê re nirxandin kir û got: “Di destpêkê çêbûna cîhanê de, li ser esasa jin û mêr hatiye avakirin. Ji bo wê jî pêwîste ku herdu erkên wan û herdu zayened weke keseyat di civakê de temamkirin û parvekirinekê çêbikin. Yanî ne tenê parvekirineke li gorî siyaseta desthiladariyê daye çêkirin ku jin beşên wê cuda hene û mêr beşên wê cuda hene. Divê di hemû beşê jiyan û civakê de parvekirinek wekhev hebe. Ji ber wê jî sîstema hevseroketî yek ji beşên temamkirina demokrasî, azadî, parvekirin û gihandina heqîqeta jiyanê ye. Tiştê ku kiriye sîstema me ji sîstemên demokrasiyê yên di hundir cîhanê de cudatir be pergala hevseroketiyê ye. Ya ku di saziyên rêveberiyên xweser de hatiye pejirandin û li ser wê jî kar, xebatek û têkoşînek pir mezin tê kirin her wiha encamên wê me girtine. Dema di biryar dayînê de, dema ku nîqaşek û şirove li mijaran tê kirin helbet weteyeke pir mezin heye dema ku hevala jin bi hest, fikir û rola xwe ya dîrokî dide wê sîstemê.”

Têgîna hevserokatî di dîroka nêzîk de li Emerîka Latînî hatiye bikaranîn. Emerîkiyan ji ber ku jinê bi navê Sîmon Bolîvar gelekî hezkirine û jê re rêzgirtine ji ber vê, jê re gotine hevserok. Ev têgîna ku ji aliyê gel ve pêşketiye, di qada sîyasî de cara yekê ji aliyê partiya Keskan a Elmanan ve ji bo biratiya gelê Tirk û Elmanya hatiye remzkirin (sembol), ji dervî vê têgînê li ti deveran rastî ti mînakan nehatiye. Dema em li pêvajoya xwedawendiyê temaşe dikin, em hebûna rewşa duduyan dibînin ku ev jî jin û mêr pêk tên, di lêkolînê de tên pêşya me. Di serdema xwedawenda berî mîladî de, salên 4000-2000’î di wê demê de yê ku rêveberiya wekhev îfade dikin Îştar-Dumuzî, Astar-Baal, Kîbela-Attîs, Hepat- Hepate, Afrodît -Adonîs, Îsis-Osîrîs mînakên wiha hene. Piştî vê pêvajoyê Akhenaton-Nefertîtî derket.

Piştî derketina pergela hevserokatî bi awayekî fermî di nav civakê Kurdî de, jinên Kurd bûn xwedî hêz û di hemû qadên jiyanê yên weka qadên siyasî, civakî, diplomasî û leşkerî de cihê xwe girtin. Qadê herî sereke yê ku bandor bi cîhanî kirî, qadê leşkerî bû. Ji ber ku ola yek xwedayî di dîrokê de, jin ji bin erdê derxistin, lê xistin di nav çar dîwaran de û di roja me ya îro de sîstema kaptalîzim jin weke amûr xistin di nav destê xwe de. Lê jina Kurd ev zagon ji binî ve hilweşand. Ev di kesayeta Şehîd Bêrîtan, Rûken û Avêsta Xabûr û bi sedan berxwedêrên mîna wan derkine holê.

Li ser vê bingehê jî hevseroka Rêverberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Bekir Elo li ser çewa ku civak ev sîstema qebûl kir axivî û got: “Civaka me berî vê bi hezara salan li ser hişmendiya baviksalarî perwerde bûye, li ser wê esasê jî dema ku pergala hevserokatiyê hatiye nîqaşkirin bi rastî refleks ji hin aliyan ve derketin. Lê piştî ev sîstem cihê xwe girt û encemên erênî derketin holê hem ji aliyê civak ve hem ji aliyê endamên saziyan ve hate erêkirin, lê ne bi awayekî tam. Ji ber wê jî hemû endamên saziyan û civak jî di perwerdeyan re derbas bû û bi rêya perwerdeyan em dikarin bêjin ev pegal ji aliyê civak û endaman ve hat pejirandin.”

Di her civakekî de pirsgirêk derdikevin lê ger ew pirsgirêkan çareser nebin civak ber bi windabûnê ve diçe, ji ber wê jî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji sedan 50 pirsgirêkên jinê bi sîstema hevserokatî çareser kir.

MALA HEVSEROKÊN KOMÎNÊ

Ger em li rewşa civak Efrîniyên li şehba binêrin xuya dibe ku sîstema hevserokatî hatiye rûnişkandin. Dema em di nav kampên Efrîniyan de dimeşin, di her kolanekî ji kampê komîngeheke heye. Dema tu diçî komîngehê tiştê ku bala mirov dikşîna du kursî li pişt masê hene, her wiha ger mirov ji gelê kampê pirs bike, ka mala rêveberiya komînê li kûderê ye, dibêjin mala ‘Mevseroka komîn’ ev e.

Weke tê zanîn jî di civaka xwezayî de jin bi xwezayê re mijûl dibû heman gotin di jiyanê kampê de tê kirin, jin li pêşiya her çadirekî şînkahî çandiniye û pê re mijûl dibe. Ji vir xuya dibe jinên Efrînî taybetmendiyên xwe ya civaka xwezayî ya birêvebirinê civakê û bi xwezayê re bûna yek ji bîrnekirine.

Bi van gotina xuya dibe ku hevseroketî mifeya civaka demokatîk e.