Hêviya ji bo tedawiya kansera pêsîrê ya negatîf a sêalî

Kansera pêsîrê ya sê alî ji ber nebûna tedawiyê bi salan weke ya herî agresîf hate dîtin. Lê belê bi zêdebûna rêyên tedawiyê ev fikir tê guhertin.

Ji Enstîtuya Dana-Farber Kanserê ya li eyaleta Boston a DYE'yê onkolog a tibbî Dr. Erica Mayer got, "Li dijî kansera pêsîrê ya negatîf a sêalî êdî stratejiyên me yên tedawiyê yên nû hene. Weke ku tê dîtin ev rêbaz bi kêrî nexweşên bi nexweşiya negatîf a sêalî tên."

Kansera pêsîrê ya negatîf a sêalî di nava komên kanserê yên pêsîrê de kategoriya herî biçûk e û di nava kanserên pêsîrê hemûyan de tenê ji sedî 10-15 e. Lê belê ev nayê wê wateyê ku kêm tê dîtin. Kansera pêsîrê ji ber ku kansereke gelekî zêde ye, her sal teşhîsa kansera pêsîrê ya negatîf a sêalî li deh hezaran mirovan têne danîn.

Pisporan bi keşfên nû yên weke îmmunoterapî, fikrê beriya niha ku digotin 'kansera pêsîrê ya negatîf a sêalî nikare bê tedawîkirin' hatiye guhertin.

Mayer got, "Beriya emeliyatê, dayina îmmunoterapî ne tenê hucreyên kanserê dikuje, di heman demê de dibe alîkar ku kanser careke din lê venegere. Bi vî rengî dikare ji mirovan re bibe alîkar ku hîn demdirêj bijî. Lewma di tedawîkirina kansera pêsîrê ya negatîf a sêalî de bikaranîna îmmunoterapî dikare rewşê biguherîne."

Pispor dibêjin ku dema guhertinek di pêsîrê de çêbû divê mirov baldar be û salane kontrolê bike. Bi taybetî jî pêşniyar dikin ku piştî sala 40'î bi rêk û pêk mamografiyê bikişînin.