Heskîf di rojeva çapemeniya Fînlandiya û Swêdê de ye

Çapemeniya Fînlandiya û Swêdê komkujiya çand, dîrok û xweza ya li Heskîf a xwedî bi hezaran sal e anî rojeva raya giştî.

Di çapemeniya Fînlandiya û Swêdê de têkildarî Heskifê makale hate weşandin û hate gotin ku tevî protestoyên 20 salan ên didome dewleta Tirk dixwaze Heskîfê dibin avê de bihêle û bi deh hezaran Kurd ji xaka xwe sirgûn bike.

Ajansa Nûçeyan a Fînlandiya Yle tinekirina Heskîfê bi sernavê “Tirkiye gundên Kurdan dibin avê de dihêle” ragihand.

Di makaleyê de hate gotin ku Heskîf a ku li Mezopotamya di nava du çeman de ye, dergûşa şaristaniyê û cihê destpêkê yê mirovahî lê çandinî kiriye. Li aliyê din hate gotin ku li herêmê deh cihên şaristaniyê hatine avakirin û Heskîf ji bo di Lîsteya Mîrateya Cîhanê de cih bigre ji 10 kirîteran xwedî 9 kirîteran e.

BI ZORÊ KURDAN KOÇBER DIKIN

Di makaleyê de hate diyar kirin ku li Heskîfê piranî Kurd lê dijîn û ev tişt hate gotin; “Kesên bi dildarî naxwazin koçber bibin bi zorê tên koçber kirin. Li gund 3 hezar kes dijîn. Dema bendav hate vekirinê wê herêmeke 300 hezar kîlometre çargoşe dibin avê de were hiştin. Li gorî saziyên Tirk 15 hezar kesên li herêmê dijîn neçarin koçber bibin. Li gorî kesên li dijî bendavê derdikevin ev hejmar gelek zêdeye û wê bendav bandora xwe li 50 hezar kesî bike.”

KESÊN LI DIJÎ DERDIKEVIN DIXWAZIN BÊDENG BIKIN

Di makaleyê de hate gotin; “Erdogan kesên dijî proseyê derdikeve bi alîgirên PKK’ê ya koma gerîla a Kurd sûcdar dike û çalakiyên protestoyê kirin ne hêsan e” kesên dijî komkujiya çand, dîrok û xwezayê derdiekvin dixwaze bêdeng bike.

Rojnameya Svenska Dabgladet a Swêdê ku di nava 4 rojnameyên herî zêde xwedî tîraj cih digre bûyera li Heskîfê wiha parve kir; “Mîrateya çandê ya bêhempba dixwazin dibin avê de bihêlin. Swêd çima bêdeng e?”.

Hate ragihandin ku rejîma Erdogan ku dixwaze Heskîfa xwedî dîrokekî 12 hezar sal dibin avê de bihêle re wê 550 berhemên dîrokî û çandî yên ji Sumer, Asûrî, Ermenî, Babîl, Eyyûbî, Bîzans, Roma, Pers û Osmaniyan mayî tine bibe.

WÊ DENGEYA EKOLOJIYÊ BIGUHERE

Li gorî pîsporan Bendava Ilisû wê ne tenê Heskîfê, wê bandora xwe li herêmên Iraqê yên ku ji aliyê UNESCO ve tê parastin bike û hişyariya guhertina hevsenga ekolojîk hate dayîn.

Hate diyar kirin ku Heskîf ji bo ku di lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê de cih bigre ji 10 kirîteran xwedî 9 kirîteran e û hate gotin ku dewleta Tirk ji bo ku Heskîf neyê parastin bi zanebûn serlêdan nekiriye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk li cihê ku parastina mîrateya çanda dergûşa mirovahiyê bike ji bo bendavekî ku temenê wê 50’î sal dîrokê tine dike û bi vê re dixwaze dîroka girêdayî kêmnetewan ji holê rake.

DIVÊ SWÊDE BIKEVE NAVA TEVGERÊ

Rojnameger-Nivîskar Kurdo Baksî û Mûrat Kûseyrî ku îmzeya wan di makaleyê de heye diyar kirin ku gelek welat ji bo Heskîfê nerazîbûn nîşan dane û bêdnegiya hikûemta Swêd û rêxsitinên xwezayê jî rexne kirin.

Di makeleyê de hate gotin; “Sibê dibe gelek dereng be. Di demek gelek kurt de wê beşek mezin a mîrateya çandê dibin bendava Erdogan de were hiştin” ji bo rizgarkirina Heskîfê banga ketina nava hewldanan li Wezîra Çandê Amanda Lînd û Wezîra Derdor Amanda Skog û rêxistinên derdor û xwezayê hate kirin.