HEVPEYVÎN

Hêlîn Umît: Paşeroj û destketiyên Kurdistanê emanetî ciwanan e

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît bal kişand ser berxwedana bi pêşengiya ciwanan li Wanê hate kirin û got, "Paşeroj, hebûn û destketiyên Kurdistanê emanetî ciwanan e."

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK'Ê HÊLÎN UMÎT

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand.

Hêlîn Umît destpêkê berxwedana li Îmraliyê silav kir û got, "Tecrîd bi rengekî giran dewam dike. Têkoşîna li dijî tecrîd, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê jî bi xurtî dewam dike. Lewma di vê çarçoveyê de di nava sala 2024'an de pêşketinên girîng pêk hatin. Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê di vê çarçoveyê de bûn. Bi navê hevrêyên xwe rojbûna Rêber Apo dixwazim pîroz bikim."

'GELÊ KURD DI VÊ NEWROZÊ DE NÎŞAN DA KU GELÊ RÊBERTÎ YE'

Hêlîn Umît anî ziman ku Newrozeke gelekî bedew derbas kirin û got, "Newroza 2024'an bi rastî jî gelekî bi heybet bû. Her kes vê yekê dibêje, ne tenê tespîta me ye. Her kesên ku tevlî Newroza azadiyê bûne careke din silav dikim. Bi rastî jî min got, 'Ev yek bû Newroza; bila ev jî ji te re bibe derd'. Civaka Kurd li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên deh salan ên faşîzma AKP-MHP'ê mîna kulîlkên di biharê de şîn dibin vê biharê rabû ser piyan. Gelekî bi heybet bû, gelekî bedew bû. Peyama ku hate dayin bi vî rengî bû. Li gorî pîrozbahiyên Newrozê yên sala derbasbûyî, hîn bêhtir daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin. Li hemû qadan dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû. Li çar parçeyên Kurdistanê jî bi vî rengî bû. Bi peyama nasnameya azad, rêbertiya azad tijî bû. Gelê Kurd di vê Newrozê de nîşan da ku gelekî azad e, gelê Rêbertî ye."

'AKP-MHP 10 SAL IN HEWL DIDE BI LÎSTIKÊN GLADYO LI SER PIYAN BIMÎNE'

Hêlîn Umît ragihand ku dewleta Tirk 50 sal in li hemberî têkoşîna azadiyê têk diçe û got, "Nikare bi ser bikeve. Ji ber ku neheq e. Li hemberî Têkoşîna Azadiyê, li hemberî têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd neheq e. Di rewşa qirkirinê de ye. Yên rewa ne hêzên azadiyê ne, hêzên berxwedanê ne. Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Ji aliyê taktîkî ve dibe ku em derbê bixwin, li hin deveran windahiyan jî bidin. Hin deman dibe ku polîtîkayên zext û tepisandinê bi bandor bibin. Lê belê ji aliyê stratejîk ve pêngava Tevgera Azadiyê kir ku dewleta Tirk têk biçe. 10 sal in faşîzma AKP-MHP'ê bi lîstikên Gladyo hewl dide li ser piyan bimîne. Di vê hilbijartinê de nekarîn vê bikin. Ji ber ku em bi hêzeke dewletê re rû bi rû ne ku gelekî kifş bûne. Ji AKP'ê hebû ku keramet jê ye, bi taybetî desthilatdariya AKP, Erdogan a 22 salan jê hebû ku desthilatdarî jê ye. 22 sal in ji wan hebû ku bi hunera xwe ya taybet, bi jêhatîbûna xwe li ser desthilatdariyê ne. Lê belê rastî bi vî rengî nîne. Hêzên demokrasiyê, gelê Kurd di salên destpêkê de piştgirî da van hêzan, ji ber ku gotin wê îradeya çareserkirina pirsgirêka Kurd nîşan bidin. Ya rast ev hêz 10 sal in di ezmûnê de ne. 10 sal in li hemberî AKP'ê em di nava têkoşîneke çalak de ne. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de di polîtîkaya têkildarî Kurdistanê de guhertin qet nebû. Armanc timî tasfiye û îmha bû, meşandina siyaseta qirkirinê bû. Lê belê bi salên 2000'î re welê lê hat ku nikaribe êdî vê bimeşîne. Artêşa Tirk têk çûbû. Hêza xwe ya şerkirinê nemabû. Di rewşeke bi vî rengî de Erdogan û derdora wî hatin amadekirin û derxistin pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurd. Û sala 2003'an got, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim, îradeyê nîşan bidim. Bi vî rengî êrîşên tasfiye û îmhayê gihand asteke nû. Heta wê demê polîtîkayeke tund a înkar û îmhayê dihate meşandin. Piştî sala 2000'î bi dîlgirtina Rêberê me re xeteke ku hebûna Kurdan di pratîkê de qebûl dike, lê di fermiyetê de red dike hate meşandin, bi vî rengî xwest bixapînin û planeke bi vî rengî hate meşandin. Di sala 2015'an de ji ber ku êdî nekarî van polîtîkayan bimeşîne, di 7'ê Hezîranê de ji ber ku têk çû, polîtîkaya ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî van polîtîkayên tasfiye û îmhayê nîşan da bandor li Tirkiyeyê kir, lewma fêhm kirin. Ya rast, ew yek ji bo wan têkçûnek bû. Civaka Tirkiyeyê bi siyaseteke nû radibû. Ber bi Tirkiyeyeke nû, Tirkiyeyeke demokratîk ve diçû. Darbe bû. Ji wê rojê ve Tirkiye bû welatekî welê ku her roj darbe lê dibe. Destpêkê darbeyên leşkerî hebûn. Dema xwe, şêweyê xwe, berpirsyarê xwe diyar bû. Niha ji bo darbeyên têne kirin mirov jê re bibêje darbeya postmodern. Dikarim bibêjim ku pêvajoyeke welê destpê kir ku darbekarên bi rengê sivîl zêde bûn. Ev rastiya dîrokî divê bê dîtin. Di encamên hilbijartinên 31'ê Adarê de jî, ji sala 2015'an heta niha xeta berxwedanê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nirx afirandin."

Têkildarî encamên hilbijartinên 31'ê Adarê Hêlîn Umît got, "Dipirsin bê di hilbijartinê de kî bi ser ket. Divê ev yek bê nîqaşkirin. Bi rastî jî kî bi ser ket, kî serketî ye? Beriya vê yekê mirov dikare yê têk çûye bibêje. Eşkere ye bê kî têk çû. Erdogan, faşîzma AKP-MHP'ê, Erdogan-Bahçelî têk çûn. Her hal hesabê vê têkçûnê dikin."

'HELWEST Û NERAZÎBÛNA GELÊ WANÊ GELEKÎ HÊJA BÛ'

Hêlîn Umît destnîşan kir ku encamên hilbijartinê di asta şoqê de bandor kir û got, "Di encama vê yekê de jî weke helwesta destpêkê bi ser Kurdan ve meşiyan. Ya rast xwestin ku li Wanê tiştekî bike ku desteser bikin û biqedînin. Dest li encamên hilbijartinê werdan. Me bi vî rengî dît. Ji bo AKP-MHP'ê di hilbijartinên xwecihî de gelekî kêm kirin, li Anatoliya Navîn asê man. AKP wê vê yekê ji ku telafî bike? Bêguman wê çav berde bajarên mezin ên li Kurdistanê. Eger li Wanê bi ser ketibûna wê dor bihata Mêrdînê û piştre jî berê xwe bidan Amedê. Ew hevsengiya ku di rêveberiyên xwecihî de winda kirin wê bi vî rengî bixwasta telafî bikira. Gelê Wanê nîşan da ku gelekî azad e. Destûr neda vê yekê.

Helwest û nerazîbûna gelê Wanê ya li hemberî destwerdana AKP'ê gelekî hêja bû. Mîna ku gelê Wanê jî got, wan rûmet, namûsa Tirkiyeyê jî rizgar kirin. Wê seknê, wê helwestê kir ku demokrasiya Tirkiyeyê rizgar bibe. Nîşan da ku hêza demokrasiyê ya bingehîn a Tirkiyeyê gelê Kurd e."

'POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ BI KÊRÎ TIŞTEKÎ NEHATIN'

Hêlîn Umît bi dewamî got, "Encameke bi vî rengî jî derkete holê. Suleyman Soylû dema ku destpêkê qeyûm tayîn kir gotibû, em du serdeman qeyûman tayîn bikin wê êdî berxwedan nebe. Mesele digihêje wan salan. Mînak, bi qasî ku zanim li Wanê heta sala derbasbûyî jî derketina kolanan, çalakî timî dihatin qedexekirin. Destûr nedan ku li Kurdistanê ti çalakî bê kirin. Timî mirov dihatin binçavkirin û girtin. Ne tenê li Wanê, ne tenê li Serhedê, li her devera Kurdistanê dorpêçî hebû piştî berxwedana xwerêveberiyê. Ji ber vê yekê gotin terorîstan. Yanî hîn jî bi wî çavî lê dinihêrin. Ji ber ku bi wî rengî nêzîk dibin polîtîkaya ku dimeşînin jî polîtîkaya leşkerî û qirkirinê ye. Polîtîkaya li Kurdistanê tê meşandin siyaseteke normal nîne, polîtîkaya qirkirinê ya leşkerî ye. Zext û girtin dewam kir. Lê belê eşkere bû ku ti ji van bi kêr nayên. Gelê Kurd li her derê mohra xwe danî binê serketineke mezin. Ji Dêrsimê heta Serhedê, heta Botanê û Başûrrojava. Lewma ev polîtîka têk çû. Yanî polîtîkaya têkbirinê têkçû. Polîtîkaya têkbirinê bi hilbijartinên 2024'an re bi temamî têk çû. Dikarim vê yekê bi hêsanî bibêjim. Encameke bi vî rengî di van hilbijartinan de bi dest ket."

Hêlîn Umît gelê Wanê, di şexsê gelê Wanê de sekna berxwedêr a li Serhedê û tevahiya Kurdistanê silav kir û got, "Bi rastî jî gelê Kurd nîşan da bê gelekî çawa yê azad e. Nîşan da ku gelê Rêbertî ye, rastiya gelê şerker nîşan da."

Hêlîn Umît got, "Dayikekê di hevpeyvînekê de gotibû, 'Bila ciwanên me sax bin. Ciwanên me yên li kolanan li ber xwe didin, yên il Cîlo li ber xwe didin, yên li Zapê li ber xwe didin sax bin'. Yanî çavkaniya vê berxwedanê gelekî bedew îfade kir. Digot, 'Gelê Kurd êdî gelê berê nîne. Her kes dema dimeşe divê zanibe ku li ku disekine. Gelê Kurd êdî bûye yek'."

'PAŞEROJA KURDISTANÊ EMANETÎ CIWANAN E'

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît diyar kir ku divê ev asta hatiye bidestxistin neyê lawazkirin û got, "Paşeroj û hebûna Kurdistanê emanetî ciwanan e. Destketî emanetî ciwanan e. Lewma divê ciwanên Kurdistanê heta dawiyê li ber xwe bidin. Hîn bêhtir radîkal bibin. Bêyî xweparastinê hebûn nabe. Yanî di nava xwezayê de her zindiyek xwedî sîstemeke parastinê ye. Nabe ku Kurd ji xweparastinê bêpar bêne hiştin. Nabe ku em parastina xwe radestî hêzeke cuda bikin. Kî parastinê bike ew ê bibe xwedî îrade. Lewma di çarçoveya vê serhildanê de dikarim careke din vê bibêjim. Divê keç û xortên Kurd li ser xeta parastinê xwe bi rêxistin bikin, heta ji wan bê tevlî nava refên gerîla bibin. Heta ji wan bê li bajaran yekîneyên xweparastinê bi rêxistin bikin, di vê mijarê de xwe xweser bibînin, yekîneyên xwezayî ava bikin."