Hejmara nû ya kovara Semahê çap bû

Komara Semahê ku du mehan carekê tê weşandin, hejmara xwe ya nû gihand ber destê xwendevanan. Manşeta hejmara nû ya kovarê wiha ye: Birîna nakewe: Dersim

Komara Semahê ku du mehan carekê tê weşandin, hejmara xwe ya mehên Gulan-Hezîranê çap kir. Kovar bi manşeta "Birîna nakewe: Dersim" hat weşandin. Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk bi sernavê "Pratîka sûc a bêdawî: Qirkirina Dersimê" gotarek nivîsî.

Her wiha gotarên "Sêgoşeya Dersimê: Mûstafa Kemal, Îsmet Înonu û Celal Bayar" a Hakan Mercan, "Bandora Qirkirina Dersimê li Wêjeyê" ya Hasan Hayrî Ateş, "Ez ney im" a Alî Koyluce, "Bedena jinê weke amûra şerê psîkolojîk" a Kelîme Ata", "Di elewîtiyê de îqrar" a Îrfan Dayioglû, "Jin rojê hiltînin" a Nûrşad Yeşîl, "Hesê Qal, dengbêjê ku bi dengê xwe can dide her tiştî" ya Duzgun Veroz, "Sureya mirov" a Dora Djann, "Hevpeyvîna bi Pîr Mûstafa re" ya ji aliyê Husnu Çavûş ve hatiye kirin, "Elewiyên Kurd (Rêya/Raa Heqî), nêrîna li çavkaniyên fikrî ya Elewiyên Kurd" a Îsmet Yuce, "Panorama Semah" a Can Kasapoglû di hejmara nû ya kovarê de hatin weşandin.