Hejmara kesên li Kiriklareliyê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an

Li bajaroka Îgneadayê ji ber lehiya rabû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5’an. Ji bo rizgarkirina keseke winda jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.

Li navçeya Demîrkoyê û bajarokê Îgneada yên bi ser Kirklarelî ve duh baranek zêde bariya û bû sedema lehiyê. Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 5’an, kesek jî winda ye. Ji bo kesa winda li qada xaniyên bungalov lê ye xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin. 

Derket holê ku xaniyên bungalov ên ji ber lehiyê 5 kesan lê jiyana xwe ji dest dan qaçax in. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, ragihand ku dozgeriyê lêpirsîn daye destpekirin.