Hejmara karesatên xwezayî zêde dibe

Ji ber germahiya global hejmara afetên xwezayî di nava 40 salên dawî de bi du qatî zêde bûn. Li tevahiya cîhanê nêzî 2.5 milyon mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi trîlyonan dolarî zerara madî çêbû.

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê Ajansa Kêmkirina Rîska Karesatên Xwezayî (UNSDIR) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sala 1980’î ve di zêdebûna karesatên xwezayî de bandora germahiya global gelekî zêde ye.

HEJMARA KARESATÊN XWEZAYÎ BI DU QATÎ ZÊDE BÛ

Di raporê de hate ragihandin ku ji sala 1980’î heta 1999’an li cîhanê 3 hezar û 656 karesatên xwezayî hatine qeydkirin, di navbera salên 2000 û 2019’an de ev hejmar gihîştiye 6 hezar û 681 karesatî. Di raporê de hate diyarkirin ku li gel zêdebûna hejmara karesatên xwezayî yên 20 salên dawî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, li gorî dema beriya niha bi sînor maye û işaret bi para germahiya global a di zêdebûna afetên xwezayî de hate kirin.

Her wiha tenê di 20 salên dawî de ji ber karesatên xwezayî herî kêm bi 3 trîlyon dolarî zerara madî rû da. Lê belê ji ber ku li ser aliyê aborî yê karesatên xwezayî yên li gelek welatên Efrîka û Asyayê daneyan pêşkêş nake, tê texmînkirin ku hejmara rastî gelekî zêdetir be.

DI SALÊN 2020’Î DE WÊ PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG PÊLÊN GERMAHIYÊ BIN

Aliyekî din ê ku rapora UNSDIR balê dikişîne ser ew e ku hejmara lehî û bahozan di nava 20 salên dawî de bi du qatî zêde bûye.

Her wiha tê texmînkirin ku karesatên bi vî rengî wê salên bê zêdetir bibin. Li gorî raporê di salên 2020’î de metirsiya herî mezin jî wê pêlên germahiyê bin.