Hê jî kes di bin hezîna axê ya Norweçê de mane

Hate ragihandin piştî hezîna axê ya rojên borî li Norweçê pêk hat û şûnde gelek kes winda ne.

Di encama hezîna axê ya 30’ê Kanûnê li devereke dikeve bakurê paytext Osloyê pêk hatibû de hatibû ragihandin gelek kes winda ne.

Li gorî daxuyaniya polîsên Norweçê kirin, di dema xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyê kesekê hatiye dîtin. Di daxuyaniyê de hate gotin hê jî 2 jê zarok 10 kes di bin axê de mane.

Rayedaran diyar kir ku ji esmanan ve jî destekê didin xebatên lêgerînê ya dewam dike, hêviyên ku hê jî hinek kes bi saxî bên rizgarkirin tên vegotin.