HDP: Sindoqan neterikînin

Li Kurdistan û Tirkiyeyê ku dengdayîn bi dawî bû HDP’ê, banga ‘ji ser sindoqan veneqetin’ li endamên desteya sindoqan, muşahîdan û endamên partiyê kir.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê ku dengdayîn bi dawî bû HDP’ê, banga ‘ji ser sindoqan veneqetin’ li endamên desteya sindoqan, muşahîdan û endamên partiyê kir. Hate diyarkirin ku HDP wê ti pîrozbahiyan jî neke.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku li 32 bajaran sindoq hatine girtin û xebatên jimartinê destpê kirine. Temellî wiha axivî: “Ji bo me, ji vê saetê û şûn ve hê jî hilbijartin bi dawî nebûye. Em heta ku encamên hilbijartinan bigihêjînin YSK’ê, pêwîst e em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin, wan bişopînin. Tevahî rojê li gelek bajaran û sindoqan de binpêkirinên pir cîdî çêbûn. Heta çavdêrên ji Ewropa hatibûn jî hatin binçavkirin. Tîmên taybet bi çekan di dibistanan de digeriyan, mirov binçav kirin û kontrolên GBT’ê kirin. Bombeyên gazê avêtin hewşên dibistanan.”

Temellî bal kişand ku dema sindoq tên girtin îxtîmalên binpêkirinan jî zêde dibin, girtekên vala didin îmzekirin, binpêkirinên serokên sindoqan tê de cihê xwe digirin çêdibin û wiha berdewam kir: “Pêwîst e, em li dengê xwe xwedî derkevin. Ne tenê endamên desteya sindoqan û muşahîd, pêwîst e tevahî gelê me li sindoqan xwedî derkeve. Pêwîst e heta derengê şevê jî em vê bikin. Divê ji encamên zû hatine girtin, em nekevin nav rehawetê.”