HDP: Em piştgiriya berxwedana Cerattepe dikin
HDP’ê diyar kir ku piştgiriya berxwedana Cerattepe ya gelê Artvînê dike, bang li AKP’ê kir ku ji vê plana xwe vegerin.
HDP’ê diyar kir ku piştgiriya berxwedana Cerattepe ya gelê Artvînê dike, bang li AKP’ê kir ku ji vê plana xwe vegerin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê têkîldarî berxwedana Cerattepe daxuyaniyek nivîskî weşand.
HDP’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Gelê Artvînê dîsa li ser piyan e û têkoşînê dide ku ji vê xewna nebaş a 20 sal in li ser tê meşandin xwe rizgar bike, ji serê 1990’an û vir ve gelê Cerattepe têdikoşe. Li van qadên ku hewl tê dayîn her cure xebatên madenê bên meşandin, qadên çavkaniyên jiyana Artvînê ne, cihên çavkaniyên avên binerd in. Derdê gel ew e ku faliyetên madenê yên ve qada ku ji 200 qadên ekolojîk ên di cîhanê de di parastinê de ji bo ji holê ranebe neyên kirin û parastina qadên jiyanê ne.”
‘EM LI CEM TÊKOŞÎNA REWA Û MAFDAR IN, AKP DEST JÊ BERDE’
HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de got li cem têkoşîna rewa û mafdar a gelê Artvînê ne, bi Artvîniyan re ne, wiha bang kir: “Em bang li desthilatiya Qesr-AKP’ê dikin ku ji planên xwe yên tunekirinê demildest berde û biryarên di qada hiqûqî de hatiye girtin pêk bîne.”