HDP: Em ê tevlî serdanên Erdogan ên Çîn-Endonezya nebin
Rêveberiya Koma HDP’ê ya Meclîsê, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wê tevlî serdanên Erdogan ên Çîn û Endonezya nebin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê ji wan xwestiye ku ji partiya wan parlamenterek tevlî serdanên Erdogan ên di navbera 28’ê Tîrmeh-1’ê Tebaxê yên Çîn û Endonazyayê bibe.
'EM Ê TEVLÎ DAWETA ERDOGAN Ê ŞER Û KAOSÊ FERZ DIKE NEBIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û dewamkirina desthilatdariya xwe li welêt polîtîkayên şer û kaosê ferz dike û wiha hat gotin: “Em ji tevayî raya giştî re radigihînin ku em tevlî daweta Serokkomar nebûne, wekîl wezîfedar nekirine.