Guterres: Ji bo avûhewayê ku em nebin yek em ê bi winda bibin!

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (YE) Antonîo Guterres got bi hêla Covîd-19'ê re ziyana nediyariyê hatiye dîtin û got dewlet li dijî germbûna global divê bi hev re têbikoşin.

Sekreterê NY'yê beriya civîna Lijneya Giştî ya 21'ê Îlonê ji AFP'ê re axivî.

Guterres got, ''Serneketina ji ber kontrolnekirina berbelavbûna vîrûsê, ya bi sedema nebûna koordînasyona têrkar (...) ez bawer dikim ku divê ji welatan re were gotin ku divê rotaya xwe biguherînin.''

Patronê NY'yê got, ''Ew (dewlet) li bara talokeya avûhewayê ku bi serê xwe ji hêla koronayê gelekî taloketir e, divê bi hev re tevbigerin, ev, ji bo gerestêrka me û jiyana me talokeyeke bûyinê ye.''

Guterres got,''An em ê bibin yek em jî winda bibin'' û bang kir ku nexasim di qadên enerjî, gihandin, çandinî û endûstriyê de tevdîrên guherandinî werin standin û got, ''an na em ê winda bibin.''