Gungor spartin axê

Bulent Ecevît Gungor ê hat diyarkirin ku duh êvarî dema li şaneşîna xaniyê xwe yê li qata sêyan rûdinişt cismekî polîsan avêt li ser ê wî ket û jiyana xwe ji dest da, spartin axê.

Bulent Ecevît Gungor ê hat diyarkirin ku duh êvarî dema li şaneşîna xaniyê xwe yê li qata sêyan rûdinişt cismekî polîsan avêt li ser ê wî ket û jiyana xwe ji dest da, spartin axê.

Bulent Ecevît Gungor ê li Taxa Şevket Sumer a girêdayî navçeya Akdenîz a Mersînê duh êvarî dema polîsan êrîşî çalakiyên protestokirina êrîşên hewayî û operasyonên qirkirina siyasî dikirin, li şaneşîna xaniyê xwe yê li qata sêyan rûdinişt cismekî polîsan avêt li ser ê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gungor ê 36 salî ji bo otopsiyê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê hat wergirtin û birin Nexweşxaneya Fakulteya Tiba Edlî ya Zanîngeha Mersînê.

Piştî karûbarên otopsiyê malbatê cenaze wergirt,  anîn ber mala ku jiyana xwe ji dest dabû û ji cîranan hat xwestin ku heqê xwe helal bikin. Cenaze paşê anîn Goristana Guneykent, li vir ji aliyê malbat û xizmên wî ve hat defnkirin.