Gola Xizir bi xwezaya xwe bandorê li ser mirovan dike

Gola Xizir bi helîna berfê re bi mêrgên xwe yên kesk, kulîlk û cureyên çûkan bandorê li mirovan dike.

Navçeya Mazgirtê bi germav û keleya Mazgirtê ya bi bilindahiya hezar û 420, di her demên salê de bi xweza, cîhên dîrokî û curên çûkan balê dikişîne. Her sal di mehên biharê de legleg li navçeyê hêlîna xwe di stûnên elektirîkê, ban û kulekên malan çêdikin û jiyana xwe didomînin.

Gola Xizir  li qûntara çiyayên Mazgirt a li gundê Sindam ya girêdayî Mazgirtê cîh digre. Gola Xizir bi helîna berfê re derdora xwe bi mêrgên kesk dorpeç dike, cureyên kulîlk û hêlîna leglegan a li derdora golê jî bala hezkiriyên xweza û wênekêşan dikişîne.

Gola Xizir li gel beq û beybûnan malovanî ji zindiyên weke; werdeka serkesk, masîgir,mirîşka avê dike.

Dersim yek jî erdîngariyên ku baweriya Elewî lê serdest e. Di Elewîtî de bawer dikin ku giyana her tiştê heye, Gola Xizir bi vê baweriyê ji aliyê gelên herêmê ve pîroz tê dîtin û bedewiya xwe ya xwezayî diparêze.