Gola Wanê û dorhêla wê ziwa dibe

Piştî kêmbûna ava Gola Wanê, ziwabûna Gola Sixkê bû sedema fikaran. Aktîvîstê Mezopotamya Ekolojî Vahap Işikli bang kir ku tavilê bi lezgînî tedbîr bêne girtin.

Li gel krîza avhewayê, bendên li herêmên şaş hatine danîn, avdana bi zêdehî, polîtîkayên şaş ên çandiniyê bûn sedem, ku gol û çem ziwa bibin.

Li Tirkiyeyê tenê sala 2021'ê ava Gola Karataş, Gola Bûrdûrê, Akgol, Işikli Gol, Eber Golu, Akşehîr Golu û Meke Krater Golu kêm bû û di asteke bilind de ziwabûnê rû da.

Salên dawî yek ji bajarên ku bûye qurbanê polîtîkayên şaş ên hawirdorê yên AKP'ê, Wan e. Li hin cihên Gola Wanê avê xwe vekişandiye. Gola Sixkê jî bi temamî ziwa dibe.

Pispor dibêjin, li Wanê Santralên Hîdro Elektrîk û bendavên ku salên dawî hejmara wan zêde bûne, rê li ber felaketeke wiha ya xwezayî vekirine.

Li Tirkiyeyê salên dawî nêzî 70 golên xwezayî yên bi qasî sê golên Wanê ziwa bûn. Ziwatiya meteorolojîk, hîdrolojîk û ziwatiya çandiniyê, her wiha pêwîstiya bi avê ya ji ber bandora qirêjiya hewayê, li Kurdistanê dibin sedem ku gol bi temamî yan jî beşek jê ziwa bibin.

ZIWATIYA HERÎ MEZIN A SALÊN DAWÎ

Gola Sixkê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku weke qada jiyanî ya Qaqlîbaz, Legleg û gelek zindiyan tê naskirin, salên dawî ava wê gelekî kêm bû. Ji ber kêmbûna berfê û bi bandora qirêjiyê, gol kete rewşeke metirsîdar.

Piştî ku ava golê kêm bû, di nav de girikan xuya kir. Eger bi vî rengî dewam bike wê Gola Sixkê bi temamî ziwa bibe.

Pispor hişyariyê didin ku heman metirsî li ser Gola Wanê jî heye. Gola Wanê ku gola herî mezin a sodayê ya cîhanê ye, di heman demê de gola herî mezin a li Tirkiyeyê ye. Ji ber kêmbûna berf û baranê, ava golê salên dawî gelekî kêm bû.

BI RÊYA BENDAVÊN LI BINÊ ERDÊ ÇAVKANIYÊN AVÊ TÊNE ÇIKANDIN

Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli ziwabûna li Gola Wanê û Gola Sixkê nirxand û got, "Li Wanê ava 12 çeman bi ser Gola Wanê ve diherike. Di nava du salên dawî de ziwatiyeke mezin heye. Piştî ziwatiya meteorolojîk a destpêkê niha jî ziwatiya hîdrolojîk rû daye. Ji ber vê yekê jî avê xwe ji golê vekişandiye. Li erdnîgariya me bendav têne çêkirin. Tê xwestin ku heta sala 2023'an 150 bendavên li binê erdê bêne çêkirin. Îdîa kirin ku vê yekê di çarçoveya têkoşîna dijî ziwatiyê de dikin, lê belê li binê erdê hepis kirin. Bi bendavên ser û binê erdê re çavkaniyên avê yên li binê erdê diçinînin û ji ber vê yekê jî ava li golê kêm dibe."

ÇEM ÊDÎ BI SER GOLÊ VE NAHERIKIN

Işikli bi dewamî got, "Ofîsa Meteorolojiyê ya Cîhanê dibêje ziwatiya di Hezîrana 2020'î de dest pê kir wê heta Hezîrana 2022'an dewam bike. Li parzemîna Ewropayê û Tirkiyeyê ziwatî derketiye asta herî bilind. Baran kêm bûye. Ji ber çikandina çavkaniyên binê erdê, meseleya bendavan û çêkirina bendavên binê erdê, çem havînê bi ser golan ve neherikîn. Di rewşeke wiha de hem çem ziwa bûn hem jî ava li golan kêm bû. Golên li Wanê jî mixabin dikevin bin bandora van polîtîkayên neyînî. Divê tavilê û bi lezgînî tedbîr bêne girtin."