Gola Ûrmiyê: Qurbanê talangeriyê

Di encama polîtîkayên talangeriyê yên dewleta Îranê gola Ûrmiyê bi zuwabûna temamî re rû bi rû ye.

Gola Ûrmiyê ku yek ji golên ava şor a herî mezin a herêmê ye bi salane ku weke qadeke talanê ya dewleta Îranê hatiye nirxandin û di vê pêvajoya 20 salan de ew gol anîn rewşekê ku êdî hema bêje bi temamî zuwa bûye.

Gola Ûrmiyê ku navê xwe ji bajarê qedîm Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê digire di hevsengiya awhewayî ya herêmê xwedî roleke esasî hem ji bo xelkê herêmê û hem jî ji bo ajal û balindeyan e.

Rejîma Îranê ku ji bo zûtir bikare dewlemendiyên Rojhilatê Kurdistanê talan bike, di nîveka golê de kurte rêyek çêkir û ji ber wê gol bû du parçe. Ji aliyê din ve jî bi çêkirina bê rêje ya bendavan avên ku golê li ser piyan digirt qut kir. Her wiha bi pêşxistina çanda çandiniya endustriyal ve ku bi armanca bidest xistina berhemên zêde li herêmê bû sedem ku gelek bîrên ne pêwîst li navçeyên li dora golê bên kolandin û ev yek bû sedem avên binerd kêm bibe û rûbarên golê xwedî dikin beriya ku birijin golê di rê de zuwa bibin.

Faktoreke din a ku ragihandinên navxweyî yên Îranê û saziyên ekolojîst behsa wê dikin eve ku li gorî wan dewleta Îranê ji bo bidest xistina elementa Lîtîûmê ku tê texmînkirin di binê golê de heye, bi zanebûn zuwa dike.

Demek dirêje ku li dijî wan polîtîkayên dijî ekolojîstî yên Îranê gelek însiyatîf û çalakî hatin û tên lidarxistin. Ligel vê yekê gelek caran bûye rojeva meclîsa Îranê. Her carê jî rayedarên Îranê radigihînin ku ew ê ji bo vê mijarê erkên xwe bi cih bînin. Lê heta niha ti gavekî pratîkî ji bo pêşî li vê karesatê bigire nehatiye kirin. Ev yek jî rastiya ku dewleta Îranê bi zanebûn û bi armanca talangeriyê pêk tîne îsbat dike.

 

Vê gavê gola ku bûye du beş, hema bêje ji sedî 89’ê wê zuwa bûye. Hîn ji niha ve bandora xwe li ser hemû qadên jiyanî yên xelkên herêmê û zindiyên din kiriye.