Gola Ûrmiye ber tunebûnê ye

Gola Ûrmiyê ku yek ji golên herî bedew û navdar a Rojhilata Navîn, Kurdistan û Îranê ye bi zuwabûnê re rû bi rû ye. Şareza dibêjin ku sedema vê felaketa xwezayê polîtîkayên xelet ên rejîma Îranê ye.

Gola Ûrmiyê ku dikeve Rojhilatê Kurdistanê, mezintirîn gola xwê ya di asta Rojhilata Navîn de û 6’mîn gola mezin ya ava şor a Cîhanê ye. Berahiya vê golê nêzî 6000 kîlometre çargoşe (130kmx50km) ye. Kûrahiya wê piranî 6 metre û li hin cihan digihîje 15 metreyan. Gol ji aliyê çend çem û rûbarên bi navê Zerînêrûd, Sîmînêrûd, Telxêrûd, Gadar, Barandûz, Şehrçay, Nazlû û Sole û hin kaniyên di nava golê bi xwe de tê xwedîkirin.

Li gorî daneyên dîrokî tê gotin di tabletên ku ayîdê 900 sal ji beriya zayînê (824-858 Bz) ne de rastî navê Mata (Mîtanî) ku îşare bi cihê golê dike hatiye.

Roja îro şêniyên li dora golê dijîn bi giranî Kurd in û ji aliyê bakurê rojhilat û rojhilatê golê jî gelê Azerî dijîn.

Gola Ûrmiyê hemû salê maldariyê ji gelek cûreyên balindeyan yên wek Quling, Flamîngo û gelek cûreyên din ên qaz û ordekan dike. Her wiha ji bo ax û avhewaya herêmê ji çandiniyê re guncav bibe xwedî roleke jiyanî ye.

Di nava golê de ji ber şorbûna wê ti zindî ji bilî cûreyekê ku jê re tê gotin Artmiya nikarin tê de bijîn. Artmiya ji bo gelek cûreyên dermanan tê bikaranîn, piştî ku ew rastî hatiye kifşkirin tê texmînkirin ku ji ber zêdebûna rêjeya komkirina Artmiyayan, ew zindiyê bê wêne jî bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ye.

Beriya ku asta golê kêm bibe her sal di demsala havînê de şêniyên herêmê û bajarên din ên Îranê jî di nav de, ji gelek welatên din ên cîhanê ji bo avjenî ya bi mebesta derman bera xwe didan wî golê. Bi gotineke din qadeke yê tûrîstî ye.

Metirsiya zuwabûna Gola Ûrmiyê ku di wan salên dawî de bûye yek ji fikarên sereke yên welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakên jîngehparêz. Xeterî gihîştiye astekê ku êdî rayedarên dewletê jî neçar mane ku rasterast û bi eşkereyî behsa wê felaketê bikin.

ÇIMA ZUWA DIBE

Li gorî daneyên sazî û çalakên jîngehparêz ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ew felaket di encama polîtîkayên xelet ên bikaranîna av, çêkirina bendavan li ser çemên ku avê digihînin golê û çêkirina pira naverasta golê a rejîma Îranê derketiye holê. Tevî ku bi caran ji bo rawestandina wan polîtîkayên şaş çalakî hatine kirin û heta di parlementoyê de jî hatiye rojevkirin, lê heya niha rejîma Îranê ji bo çareseriya wê ti gavek ne avêtiye.

Gelek şarezayên kar û barên jîngehî dibêjin ku bi projeya çêkirina pir a di naverasta golê ku ji navgîna salên 90’î ve ket meriyetê, proseya zuwabûna golê destpêkiriye. Wisa bû ku heya sala 2015’an 88% rûbera golê zuwa bûye.

Êdî rewşa golê hat astekê ku Cîgirê Hawîrdorê ya Jîngehê ya Rêxistina Jîngehparêziyê Dr. Mesûd Tecrîşî ku demek dirêj komîsyona vejandina golê birêve dibir, bi xwe jî ragihandibû ku çêkirina pira naverasta golê di zuwabûna Gola Ûrmiyê xwediyê roleke sereke ye. Tecrîşî bertek nîşanê îdiayên rayedarên din ên dewletê ya digotin ku bandora pira naverasta Gola Ûrmiyê li ser zuwabûna wê tune ye dabû û wiha gotibû; “Li gorî lêkolînên ku di destpêka çêkirina projeya wî pirî hatibû kirin, biryar hatibû dayin ku çavikên bi dirêjahiya 100-150 metreyî were çêkirin, lê nehat çêkirin. Di Gola Ûrmiyê de ava şîrîn ji aliyê başûra wê dirije golê û ber bi aliyê bakurê wê ku beşa şor a golê ye diherike; dema ku ew ava şor û şîrîn tevlê hevdu dibin dike ku rêjeya şorbûna golê hevseng bibe, lê bi çêkirina vê pirê re ew gera avê qut bû. Ji ber wê qutbûnê asta sedîmentên di nava her du eniyên pirê zêdetir û kûrahiya avê kêmtir bûye û vê yekê kiriye ku ava golê zêdetir bibe hilm.”

Bê guman sedemê zuwabûna golê tenê projeya pirê nebûye, bi wê ve destpêkir û bi giranî bûye sedem, lê çêkirina bendavan li ser rûbarên ku avê digihînin golê, pîskirina ava wê, lêxistina bê ser û ber ya bîrên avê ji bo çandiniya endustriyalî û bi şert û mercên global ve girêdayî germbûna zêde ya avhewaya cîhanê û daketina rêjeya barîna berf û baranê jî di zuwabûna golê de xwedî rol bûne. Mînak li gorî daneyên fermî yên sala 2012’an zêdetirê 200 bendav li ser çem û rûbarên dirijin golê hatine çêkirin.

Welatiyên herêmê dibêjin ku her carê rayedarên dewletê soza ser sekinandinê didin, lê di pratîkê de ne tenê ti gavek nayê avêtin, belku di domandina projeyên xelet de hê bêhtir israr tê kirin.

METIRSIYÊN ZUWABÛNA GOLÊ

Lêkoler û şareza dibêjin ku eger Gola Ûrmiyê zuwa bibe wê di serî de hewaya nerm weguhere hewayek hişk û germ û bayên bixwê ku wê rê li ber guherîna ekosîstema herêmê bike. Tê texmînkirin ku di egera zuwabûna golê de wê metirsiya wê heya bi 500 kîlometreyî hawîrdora xwe bike û li gorî wê herî kêm 6 milyon kes dibe ku koçber bibin. Bê guman wê zirareke mezin bide daristan, nebatan û bax û baxçeyên hawîrdora xwe. Her wiha wê hewaya herêmê û hawîrdora wê ne tenê germ û bixwê bibe, belku ji ber zuwabûna golê wê qirêjiya hewayê zêdetir bibe û heta tê gotin ku wê ji ber madeyên di binê golê de derkevin ser rûyê erdê lewre wê gazên jehrî di hewayê de belav bibe û rê li ber nexweşiyên hilmijînê ji bo şêniyên hawîrdora nêzîk û dûr çêbike.

Ya rastî dema mirov li wêneyên nihayî yên golê temaşe dike pêwîstî bi piştrastkirinan namîne bê ka qetlîameke çawa li ser xwezayê tê kirin û wê tabloyeke çawa derkeve pêşberî me.