Germbûna global derb li qadên jiyanê yên geyikên renê jî da

Geyikên renê ku li gorî sirûşta xwe divê li bêrmên qeşagirtî girtî bigerin, ji ber germbûna global li golên ku qeşaya wan heliyayî avjenî dikin û wiha hewl didin jiyana xwe bidomînin. Ên temenbiç:ûk jî nikarin vê rêwîtiya xwe bidomînin.

Bi tesîra germbûna global îsal ji ber ku berf têra xwe li herêmên bakur ne bariya, herêmên bi qeşa ji ber ku heliyan û bûne bêrm, vê derbeke mezin li qadên jiyanê yên geyikên renê dan. Li gorî pisporan nexasim li bakurê Rûsyayê li ser geyikên renê talokeyeke mezin heye.

Nûnerê Weqfa Parastina Sirûştê ya Cîhanî (WWF) yê Rûsyayê Wladîmîr Krewer got guherîna avûhewayê pir tesîrê li ser qadên jiyanê yên geyikên renê didin û ev rewş dibe ku dawî li nifşê wan bîne. Krewer ku ji medyaya Elman re axivî, diyar kir geyikên renê hîn bûne ku li bêrmên qeşagirtî bimeşin lê ji ber sedema ku qeş heliyane li avên cemidî avjeniyê dikin û wiha hewl didin ku li jiyanê bimînin.

Li gorî zanyarê sirûştê yê Rûs geyikên renê hîn bûne ku di ser qeşayê re ji herêmekê biçine herêmeke dî lê ji ber helîna qeşayê dema koçkirinê pir zehmetiyan dikişînin. Krewer rapora WWF'ê ya têkilî mijarê hazir kirî ragihand û got, nexasim li nîvgirava Taîmyrê û li Okyanûsa Arktîkê niha taloke li ser geyikên renê hene.

Di raporê de tê gotin 200 geyihkên nûgihaştî xeniqî ne, hin jê ji ber ku nekarîne ku ji golan bibihurin bûne nêçîra ajalên dirine. Li gorî texmîna WWF'ê van 10 salên dawî hijmara geyikên renê hema hema nîvî bûye û kêmî 400 hezarî bûye. Dijminekî dî yê geyikên renê, ku yek ji hebûnên herî bedew ên sirûştê ne, nêçîrvanî ye deryasayî ye. Li gorî WWF'ê van salên dawî 10 ji 100'î yê geyikan bi destê nêçîrvanan hatine kuştin.

Geyikên renê li cîhanê li herêmên bakur, li Norwêç, Îzlanda, herêmên bakur ên Swêd, Fînlandiya, li herêm bakur ên Rûsya ên ber bi Okyanûsa Mezin ve, li Alaksa, Kanada û Gronlandê dijîn. Geyikên renê li sirûştê bi serbestî dijîn, zivistanan bi keriyên mezin koç dikin.  Simên wan ên berfireh ji wan re dibin alîkar ku bikaribin di nav berfê de û tundrayê de bimeşin.