Germahiya Global: Asta krîtîk dibe zûtir bibihure!

Li gorî lêkolîneke dawî ya zanistî, germahiya global berevajî texmînên Neteweyên Yekbûyî wê di sala 2042'ê de ji asta krîtîk bibihure.

Di lêkolîneke çavdêriyê de ku bi sernavê Clîmate Dynamîcs hate weşandin, li gorî gelek modelên avhewayê, asta germahiya global a vê sedsalê hate pîvandin. Di lêkolînê de hewl hate dayin ku dema gihîştina asta 1.5 pileyî ya germahiyê hate pîvandin ku germahiya global a bi vê rêjeyê tê wateya asta krîtîk a rûdana karesatên avhewayî.

DI NAVBERA SALÊN 2027-2042'AN DE WÊ ASTA KRÎTÎK BIBIHURE

Li gorî lêkolînê, ku li malpera Fûtûra Scîence hate weşandin, hesab û pêşdîtinên Panela Guhertina Avhewayê ya navbera Hikumetan (IPCC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî, gelekî xweşbîn dimîne. IPCC di raporên xwe de yên li gorî bi sedan lêkolînên cuda amade kir, zêdebûna germahiyê bi 1.5 pileyî li gorî rêjeya sedsala 19'an, heta sala 2052'ê wê pêk bê.

Lê belê di lêkolîna Clîmate Dynamîcs de hate ragihandin ku ev dem ji sala 2027'an heta sala 2042'an e. Ev yek jî nîşan dide ku di nava dehan salên pêşiya me de gelek felaketên avhewayî dikarin rû bidin.

Ji nivîskarên lêkolînê Raphael Hebert diyar kir ku lêkolîn ji têkiliyên teorîk wêdetir, bi lêkolîna gelek daneyên avhewayê yên li ser germahiya rûyê erdê hatiye amadekirin.

Di lêkolînê de sozên ku welatên cîhanê di çarçoveya Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de sala 2015'an dan, hatin bibîrxistin û hate destnîşan kirin ku hîn bêhtir hewldan divê.