Gerîlayên HPG û YJA-Star: Di tarîtiyê de Rêber Apo ronahî ye!

Gerîlayên HPG û YJA-Starê ku di nava Cenga Heftanînê de têdikoşin gotin; “Rêbertî bi ramanên xwe yên azad ji bo tevahiya mirovahiyê şerê azadiyê dimeşîne. Hêzên netew-dewlet li dijî vê ronahiyê dibin yek û şer dikin.”

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker didome. Gerîlayên HPG û YJA-Starê ku di nava Cenga Heftanînê têdikoşin komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û wiha gotin: “Rêbertî bi ramanên xwe yên azad ji bo tevahiya mirovahiyê şerê azadiyê dimeşîne ji ber vê yekê hêzên netew-dewlet li dijî vê ronahiyê dibin yek û şer dikin.’

‘DIVÊ HEMÛ JINÊN CÎHANÊ LI PEY HEQÎQET Û TÊKOŞÎNA RÊBER APO BIMEŞIN’

Gerîlayên YJA Starê di nava Cenga Heftanînê de şerê azadiyê re pêşengtî dikin. Gerîla Gûlnaz Karataş têkildarî komploya 15’ê Sibatê wiha got: “Ev roj ji bo tavahiya gelên cîhanê rojekî reş e û ti carî dîl girtina Rêbertî nayê qebûl kirin.Kesên azadîxwaz li pey şopa heqîqetê fikrên Rêbertî esas digrin û dijîn. Em gerîlayên YJA Starê ji bo şikandina vê tecrîdê bi hemû hêza xwe têbikoşin, şer bikin ji ber ku Rêbertî ne tenê ji bo me ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşîn dike, ked dide. Bi taybetî ji bo tevahiya jinan kedekî bêhempa dide em ê bi têkoşîna azadiyê re bibin layiqê vê kedê. Rêbertî ji bo azadiya jinan şerekî mezin dide divê jinên cîhanê li pey vê heqîqet û îdeolojiyê bimeşin. Rêbertî di nava ewqas tarîtiyê de ronahiyek dijwar e. Tarîtî bi şeklê koletî li ser civakê tê ferz kirin lê ronahiya Rêber Apo rêya xilasbûna ji koletî û tarîtiyê nîşan dide.”

‘RÊBERTÎ JI BO MIROVAHIYÊ ŞERÊ AZADIYÊ DIMEŞÎNE’

Karataş bi domdarî got: “Rêbertî bi ramanên xwe yên azad ji bo tevahiya mirovahiyê şerê azadiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê hêzên netew-dewlet li dijî vê ronahiyê dibin yek û şer dikin. Rêbertî li pêşiya desthilatdariya dewletan bû asteng ji ber vê yekê hêzên navnetewî li hember têkoşîna Serok Apo û gelê Kurd dibin yek.”

Gerîlaya YJA Starê Gûlnaz qala Cenga Heftanînê jî kir û wiha got: “Em ê di Cenga Heftanînê de hêrs û tolhildana xwe nîşan bidin. Em gerîlayên YJA Starê bi hemû hêrs û kîna xwe tola Rêber Apo ji desthilatdaran bigrin lewra tecrîda li ser Rêber Apo wek agirekî di dilê me de geş dibe. Serok Apo bi fikir û ramanên xwe ve ji xwe komployê têk biriye û em jî li pey ramanên wî dimeşin. Li Cenga Heftanînê em bi îddîa têdikoşin. Hemû çalakiyên me ji bona azadiya Rêber Apo ne. Azadiya Rêbertî hedefa me ya herî mezin e. Em ê ti carî dev ji têkoşînê bernedin.”

‘DIJMIN TU CARÎ NIKARE VÎNA GELÊ KURD BIŞKÎNE’

Gerîlayê HPG’ê Engîn Rojava têkildarî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Em heta dawî di vê îddia yê de ne ku tecrîda li ser Rêbertî bişkînin. Em ê serî de vê dijminê di Cenga Heftanînê de bişkînin. Dijmin çiqasî êrîş bike jî ti carî nikare hêza gelê Kurd tine bike. Soza me ji bo şehîda ye ji ber vê yekê em ê nehêlin dijmin gavekî jî pêş de werê, em ê wan bişkînin. Em ê bi gelê xwe re serbikevin. Dijmin bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo re heman demê de êrîşê hemû Kurdistanê dike. Divê em baş bizanibin ku dijmin bi vê tecrîdê re wiha armanc dike ku gelê Kurd tine bike lê em wek gerîlayên azadiyê dibêjin em ê teqez serbikevin. Dijmin çiqasî êrîş bike jî berxwedana me hîn mezin dibe. Armanca dijmin qirkirina gelê me ye lê heta xwîna xwe ya dawî emê şer bikin, tecrîdê bişkînin û Serokê xwe azad bikin.”