Gera li şûnwarên dîrokî li gel biha ye, li leşkeran belaş e

Buhayê serdana Girava Axtamarê ku par 15 TL bû, îsal careke din zêde bû. Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr ragihand ku buhayê serdanê 25 TL ye. Qadên dîrokî ku serdana wan ji bo gel bi pere ye, ji bo leşkeran belaş e.

Gera li cih û warên dîrokî û çandê yên Wanê jî êdî bi pereyan e. Peravên Gola Wanê di nava lepên saziyên cemaweriyê de ne. Kûleya Keçê, Girê Seyîr, Girava Axtamar û Keleha Wanê ku çend ji deverên girîng ên dîrokî û mîrateya çandî ne, ger û geşta wan ji bo gel gelekî buha ye. Şêniyên Wanê dema ku dixwazin cih û warên xwe yên dîrokî bibînin neçar dimînin ku pereyekî gelekî zêde bidin.

Gera li cihên dîrokî yên Wanê piştî saet 19:00 qedexe ye. Beriya du salan di navbera Fermandariya Jendermeyan a Bajêr a Wanê û Midûriyeta Çand û Tûrîzmê protokolek hate amadekirin. Li gorî vê protokolê leşker dikarin bêpere li cihên dîrokî bigerin. Welatiyan û Çev-Derê nerazîbûn nîşanî buhayê gera li cihên dîrokî yên Wanê dan û ji Walîtiya Wanê xwestin ku dawî li vê pêkanînê bîne.

KALÇIK: NABE KU DÎROKA GEL JI GEL RE BÊ FIROTIN

Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçik nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku li her devera cîhanê ji bo paqijî û parastina deverên dîrokî mûçeyekî kêm tê wergirtin, lê belê li Wanê ev yek bi armanca sûdwergirtinê tê kirin. Kalçik ogt, "Ev yek encama wê polîtîkayê ye ku her tiştî weke pere dibîne.

Ji malbateke ji 4-5 kesî ya ji derveyî Wanê tê, ji bo biçe Girava Axtamarê 100 TL tê standin. Midûriyeta Tûrîzmê bi vî rengî ji tûrîstan re dibêje neyên. Ew deverên navborî û Wan êdî bi heman navî tên bîranîn, bûne yek. Yekane armanca xwe ew e ku bi alîgirên xwe bidin qezençkirin. Li deverên mîna Kadokyayê pereyekî kêm tê wergirtin. Deverên dîrokî divê li gel vekirî bin."

Buhayê gera li Girava Axtamarê ji 15 TL'yî kirine 25 TL, ji bo gera li Keleha Wanê divê her kesek 10 TL bide, gera li Kûleya Keçê jî mirov neçar tên hiştin ku pere bide cafe û restorantên li wir.