Gel Kobanê silav dikin, banga ji nû ve avakirinê dikin
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, gel li gelek welatan pîrozbahiyan li dar dixin. Di pîrozbahiyan de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê banga piştgiriyê hat kirin û çeteyên DAIŞ’ê hatin lanetkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 2 sermawezê 2015, 12:23
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, gel li gelek welatan pîrozbahiyan li dar dixin. Di pîrozbahiyan de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê banga piştgiriyê hat kirin û çeteyên DAIŞ’ê hatin lanetkirin.
FRANKFURT
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk de ji bo Kobanê mîtîng hat lidarxistin.
Di meşa ku li ber Haupbanhof destpê kir nêzî 3 hezar kes tevlî bûn. Girse bi alên YPG/YPJ’ê heta Romer Platz meşiya.
Li vir piştî rêzgirtinê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê banga piştgiriyê hat kirin. Di axaftinan de hat gotin, “Tenê YPG û YPJ’ê dikarîbû çeteyên DAIŞ’ê yên dinya nikarîbû bi wan têk bibin.”
KOLN
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Nêzî 500 kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, YPJ/YPG, KODAR, YAŞANACAK DUNYA/CÎHANA BÊ JIYÎN, MLKP hilgirt, dirûşma “Bijî Berxwedana Kobanê" qîr kir. Di pîrozbahiya ku jin bi rengên xwe tevlî bûn, li ser navê Meclîsa Jinan a PYD’ê Maha El Mohammed, Hevserokên NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç, Parlamentera Partiya Çep a Elman Sevîm Dagdelen, Partiya MLPD a Elman, MLKP, Yekîtiya Hêzê û nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyan tevlî bûn.
Pîrozbahî li Qada Dom bi rêzgirtinê destpê kir. Mohammed, Goksungur, Koç û Dagdelen di pîrozbahiyê de axivîn.
Mohammed got, "Li Kobanê şehîdên me çêbûn. Kobanê hilweşandin, lê bi ser neketin. Ev îradeya gelê me Kobanê azad kir.”
Goksungur jî got ku berxwedana li Rojava ji bo tevayî gelên cîhanê ye û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê.
Koç jî banga vekirina korîdoreke mirovî kir û wiha dewam kir: “Pêvajoya pêşiya me divê pêvajoya avakirina Kobanê be.”
Dagdelen jî diyar kir ku girtin û zexta hikûmeta Elman a li hember siyasetmedarên Kurd nayê qebûlkirin û bang kir ku pêwîst e siyasetmedarên Kurd tavilê bên berdan.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Gel de ji bo Kobanê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku li Qada Stasyonê pêk hat, ji Essen, Gelsenkirchen, Velbert û Bochum nêzî 600 kes beşdar bûn.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û belavokên Elmanî hatin belavkirin.
Di çalakiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.
OSLO
Li paytexta Norwecê Oslo jî Kurdan û dostên wan çalakiya piştgiriya bi Kobanê re li dar xistin. Çalakiya li Qada Karkeran a Norwec hat lidarxistin bi organîzasyona Komeleya Çandê ya Kurdistan pêk hat. Gelek Kurdistanî û partiyên siyasî yên Norwecî jî piştgirî dan çalakiyê.
Çalakiya saet 15:00’an destpê kir nêzî 2 saetan dewam kir.
LYON
Li bajarê Lyon ê Fransa jî gelan serketina Kobanê pîroz kirin. Kurd û dostên wan ên meşek li dar xistin, DAIŞ lanetkirin û banga piştgiriya bi Kobanê re kirin.