'Gel bi îradeya xwe xwerêveberî ava kir'

Hevserok Mûstafa Dogan, ji bo xebatên Meclîsa Gel a Navçeyê ya Gimgim a berî niha bi salek û nîvekê hat avakirin got: "Em bûn hêzeke ku pirsgirêkan çareser bike."

Polîs û leşkerên AKP’ya li hember gelan şer îlan kir ku li bajar û çiyayên Kurdan înfaz, komkujiyên girseyê, valakirina gundan, şewitandina daristanan û pêkanînên dij mirovî didomînın, gel li gelek navçeyan li hember van polîtîkayên şer biryara avakirina “xwerêveberiyan” da. Meclîsên gel ên ev demeke li bajar û navçeyan tên avakirin li hember helwesta dewletê ya “tine dihesibîne, nas nake” daxuyaniya, “Em jî helwesta we nas nakin, biryarên xwe em bi xwe didin” dan. Şirnex, navçeyên wê Silopiya û Cizîr, navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, Gevera Colemêrgê, Gimgim û Kop a Mûşê jî heman daxuyanî dan.

Ji bo vê daxuyaniya di 11'ê Tebaxê de hat dayîn, Serokkomarê Tirk Erdogan bersiva "Wê berdêla wê bidin" da û li ser vê yekê polîsan piştî rojekê avêtin ser malên Hevserokê DBP'ê yê bajêr û rêveberên partiyê.

Lê belê, Geverê û navçeyên Mûş Gimgim û Kopê jî dan ser şopa Silopiyayê.

Hevserokê Meclîsa Gel a Gimgimê Mûstafa Dogan, bersiv da pirsên me yên li ser xwerêveberiyê.

MECLÎSÊN GEL XWERÊVEBERIYÊN GEL IN

Meclîsên Gel li dû hev daxuyanî dan. Meclîsên Gel çi ne û wateya van daxuyaniyan çi ye?

Mirov nikarin bêjin ku dewletê 5 hezar sal in tiştekî çê ji mazlûman, ji bindestan re kiriye. Ya ku dewletê heta roja îro kiriye; çaresernekirina pirsgirêkan û nîşandana helwestek li gorî berjewendiyên hin derdoran e. Dema li gorî konjontura cîhanê rewşa Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ya Tirkiye bê nirxandin, wê were dîtin ku netewe dewlet êdî nikare pirsgirêkên civakan, bindestan çareser bike. Çareseriya pirsgirêkan li aliyekî, ew bûye çavkaniya pirsgirêkan. Di vê rewşa heyî de, li dijî vê nêzîkatiya dewletê, Meclîsên Gel ên xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk, çandî û siyasî yên civakê, ava dibin. Meclîsên Gel bi vîna gel bi xwe ava dibin û xwerêveberiyên gel bi xwe ne. Ev sal û nîv e li Gimgimê xebatên ji bo xwerêveberiya gel tên meşandin. Di asta komîsyon û komunan de xebat tê meşandin. Ya ku hatiye kirin ne ragihandina kantonê ye, di asta xwerêveberiyê de çareseriya pirsgirêkan ji aliyê gel bi xwe ye. Ji komunan, ku rêxistinbûyîna herî biçûk a xweseriya demokratîk e heta Kongreya Civaka Demokratîk, modeleke rêxistinbûyîna siyasî û civakî ye.

Meclîsa gel, salek û nîve li Gimgimê çi kiriye?

Em bi pirsgirêkên ekolojîk û civakî yên civakê re yekser têkildar in. Weke mînak em di pirsgirêkên binpêkirinên sînorê zeviyan, ‘keç revandin’ û gelek pirsgirêkên cuda de dibin hêza çareseriyê. Ji pirsgirêkên zozanan, heya pirsgirêkên birîna daran ên hevsengiya ekolojîk xera dikin re yekser eleqedar in. Komîsyon hatine avakirin. Weke mînak komîsyona edaletê pirsgirêkan tîne rojeva meclîsê. Komîsyona Ekolojiyê jî ji pirsgirêkên birîna daran, pirsgirêkên zozanan heya gelek pirsgirêkên weke sekinandina HES’an re mijûl dibin. Îsal li Gimgimê qasî 10 hezar dar hatin çandin.  Weke qadên çandî û hunerî jî di bin bane meclîsê de têne destgtirtin.

Pergal çawa ye?

Komun hene di nava wan de komîsyon têne avakirin. Berdevk û delegeyên di komunan de têne hilbijartin meclîsên taxan ava dikin. Di hilbijartinên ku li vê derê têne kirin de jî endamên Meclîsa Gel têne diyarkirin.

Tevlîbûna sazî û partiyên siyasî yên din ên li bajêr çêdibin?

Bi tevlîbûna nûnerên meclîsên taxan, hevşaredarên bajêr, hevserokên partiyên siyasî, eger hebin nûnerên saziyan Meclîsa Gel a Bajêr tê avakirin.

Şêniya diyar a komînan çêdibe, hejmara wan çêdibe?

Girêdayî şêniya gundan e. Lê ji bo çalakkirina ferdê ku heya niha bikaranîna îradeya wî ya çalak hat astengkirin tevlîbûn zêdekirin girîng e. Li gel vê em kolektîfbûyînê esas digirin.

Nûnertiya jinan çawa ye? Kotaya zayendî bikar tînin?

Pergala hevserokatiyê tê bikaranîn. Her wiha rêgeza nûnertiya azad heye. Lê pêkanîna vê tim mimkun nabe.  Dibe ku pirsgirêk rû bidin.

Gaveke weke koperatîfa çandiniyê ya aboriya kolektîf pêş bixe di nava komunan heye?

Ji bo pêşxistina aboriya kolektîf kooperatîf bingeh tên girtin. Em hewl didin ku projeyan pêş bixin. Lê em hê jî nû ne.

NE PÊKAN E KU EM FERASETA KU ME NEBÎNE QEBÛL BIKIN

Hûn çawa meclîs û kooperatîfan di nava pergalekî siyasî û civakî ya ku têde dewlet heye de ava dikin? Ma hebûna netewe dewletê ne pirsgirêkeke?

Di rastiyê de ev şêwazê jiyanê ya pêşketina xwezayê û civakî berê di nava civaka me de heye. Ne rewşeke ku nû hatiye keşifkirin. Şêwazekî jiyanê ya di berê de di nava civaka me de heye. Ji berê ve kesên weke şêx, pîr û hwd ên di civakê de dihatin naskirin weke nûnerên vîna civakê di çareserkirina pirsgirêkan de rol lîstine. Ji ber vê yekê civak ji vê pergalê ne xerîb e. Ez dixwazim vê yekê bidim diyarkirin ku; em ne dewletê red dikin, em dixwazin dewletê hê bêhtir demokratîk bikin. Ez dixwazim bibêjim çi pirsgirêka me ya dewletê red bikin tine ye. Lê dewlet û saziyên dewletê yên li pêşiya me çiqasê dikarin ji pirsgirêkan re bibin bersiv. Çiqas lênêrînekî rast a li yêndin û bindestan dike heye? Pirsgirêkan çiqas dikare çareser bike? Bi rastî jî ne gengaze ku em feraseteke ku me nebîne û me red bike qebûl bikin. Em guherîn û veguherînekî civakî yak u dewletê red nake, bikare dewletê veguherîne, di qada demokratîk de hemû pisgirêkên civakê bi xwerêveberiya xwe û bi îradeya xwe çareser bike armanc dikin.

Hûn dibêjin di çanda civakê de heye. Lê çandeke 90 salî ya netewe dewletê ava kiriye heye. Hûn ê çawa gel tevlî dikin?

Jixwe xalên ku em têde zehmetiyan dikêşin hene. Lê çandeke di kevneşopî û civakî ya di xala çareseriyê ya ji paşerojê tê heye. Sudden vê pir in. gel çareseriya pirsgirêkan di meclîsê de dibîne. Êdî gelek pirsgirêk naçin saziyan. Eger ku demek dirêj dewam bikin jî, diyare ku heya dawiyê jî naçin. Heya dawiyê baweriya me bi vê yekê heye. Lê em neçarin ku bibêjin em bi dewlet û pergalekî 5 hezar salî re rû bi rû ne. lê ez baerim ku li ruxmê vê gel di vê xalê de gihiştiye rastiya tama xwe rêvebirinê. Êdî wê dev ji vê bernedin.