Fransa dixwaze têkoşîna ji bo avhewayê bike xaleke Destûra Bingehîn

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron got, ji bo têkoşîna ji bo avhewayê li Destûra Bingehîn bê bicihkirin wê referandûm bê kirin.

Serokkomar Emmanûel Macron bi endamên Konvansiyona Welatiyan a ji bo Avhewayê civînek li dar xist û ragihand ku ji bo têkoşîna ji bo avhewayê bibe xaleke Destûra Bingehîn wê referandûm bê kirin.

Macron diyar kir ku referandûm wê ji bo xaleke destûra bingehîn bê kirin. Li gorî Serokkomar, referom divê destpêkê li Meclîsa Neteweyî û Senatoyê bê qebûlkirin û piştre jî bi heman gotinê referandûm li ser bê kirin.

Konvansiyona Welatiyan pêşniyar dike ku têkoşîna ji bo avhewayê li benda sêyemîn a xala destpêkê ya Destûra Bingehîn bê bicihkirin.

Ev xal jî bi rengekî şênber wiha tê pêşniyarkirin: "Komar, ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk û parastina hawirdorê, têkoşîna li dijî guhertina avhewayê misoger dike."