FKÊ û MJÊ cejna Noelê pîroz kirin

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) cejna Noelê li civaka Xistiyan pîroz kirin.

Di daxuyaniya hevpar a FKÊ û MJÊ de hat gotin, "Em cejna Noelê di serî de li civaka Suryanî, li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, wekhevî û biratiya gelên Rojhilata Navîn."

Di peyame de hat ragihandin ku pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn ji her demê bêhtir di vê demê de bi aştî û wekheviyê heye û hat gotin, "Bi hêviya rojên azad, em vê cejnê li civaka Suryanî û gelê xwe, ji dil û can pîroz dikin."