Fîlmê "14 Temmûz" li Moskowayê hate nîşandan
Fîlmê "14 Temmûz" ê li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê, ku ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve hate amadekirin, li Moskowayê hate nîşandan.
Fîlmê "14 Temmûz" ê li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê, ku ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve hate amadekirin, li Moskowayê hate nîşandan.
Fîlmê li ser berxwedana kadroyên PKK'ê yên li zindana Amedê, piştî ku li gelek welatên Ewropayê û di rojên taybet ên fîlman de hate nîşandan, li paytexta Rûsya Moskowayê hate nîşandan.
Di organîzasyona hevpar a Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Komîteya Çandê ya Kurdan de, tevî Kurdistaniyan mirovên ji gelek neteweyên cuda jî li fîlm temaşe kirin.
Fîlm duh êvarê saet di 18:00 de li salona sînema ya 5 Zvezdê hate nîşandan û piştî nîşandana fîlm derhêner Haşim Aydemîr têkildarî nîşandana fîlm li Rûsyayê ji ajansa me re axivî.
Aydemîr got, "Me heta niha fîlm li nêzî 100 cihî nîşan dan û nêzî 20 hezar kesî lê temaşe kir. Ji bilî vê, em niha li Moskowayê pêşandaneke taybet dikin. Ev der ji bo me çima girîng e? Bi sed hezaran mirovên ji gelê me li vir dijîn. Beriya ku fîlm bikeve vîzyonê me xwest bi pêşandaneke taybet bi gelê xwe bidin temaşekirin. Ev nîşandana li Moskowayê wê bibe destpêka nîşandana li welatên Civata Dewletên Serbixwe. Em dixwazin li Kazakîstan, Gurcîstan, Ermenîstan, Azerbaycan û her devera gelê me lê ye fîlmê xwe nîşan bidin."
Aydemîr bal kişand ser ruhê berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê li zindana Amedê afirand û destnîşan kir, ku bi nîşandana vî fîlmî li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, ew dixwazin vî ruhî bigihînin tevahiya gelê Kurdistanê. Aydemîr got, "Em vê sînemayê ji bo gelê xwe dikin. Em di serdema dîtbarî de ne ku dikarin êş û berxwedana gelê xwe bi zimanê sînemayê xweş nîşan bidin.
Di dawiya axaftina xwe de Aydemîr bal kişand ser eleqeya mirovan ji bo fîlm û got, "Li Moskowayê gelekî bal kişand. Li Ewropayê jî eleqe zêde bû û reaksiyoneke erênî hate nîşandan. Li Rûsyayê jî heman nêzîkatiyên erênî tên nîşandan."