Fenerên daxwaziyê ji bo Pirsûsê firandin

Rêxistinên ciwanan, ji bo şehîdên Pirsûsê li Qada Îskele Kadikoy fenerên daxwaziyê firandin.

Rêxistinên ciwanan, ji bo şehîdên Pirsûsê li Qada Îskele Kadikoy fenerên daxwaziyê firandin. Ciwanên wêneyên 31 ciwanan li erdê raxistin, find pêxistin û qerenfîlên sor danîn erdê diyar kirin ku wê li hember dîktatoriya AKP’ê serî netewînin û li heman asîmanî ji bo xeyalên wan wê têkoşînê bidomînin.

Rêxistinên Ciwanan ên li Qada Îskele Kadikoy hatin gel hev ji bo 31 ciwanên endamên SDGF’ê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin fenerên daxwaziyê firandin. Ciwanan wêneyên hevalên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi qerenfîlan xemilandin, find pêxistin û deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Xizmên ciwanên hatin qetilkirin jî ku di bîranînê de amade bûn, ciwanan li ber stranên şoreşgerî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di dema çalakiyê de, li ser navê ciwanên SDGF’ê Ozgur Bedel ê di meşa Kadikoy de ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin axivî.

‘DI BIN HEMAN ASÎMANÎ DE EM Ê DÎSA JI BO XEYALÊN XWE TÊBIKOŞIN’

Bedel diyar kir ku bi hevalên xwe yên li Pirsûsê bi xayîntî hatin qetilkirin re li dijî faşîzm, zilm û komkujiyan li her cihê welêt têkoşiyane û got: Di bin heman asîmanî de em ê dîsa ji bo heman xeyalan têbikoşin. Li hember bîranîna wan bi rêz bejna xwe ditewînim."