Êzîdiyan ji NY’yê bang kirin: Em hemû bimirin jî em dest ji xweseriyê bernadin
Êzîdiyên di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de li pêşiya navenda NY hatin gel hev gotin, “Em hemû bimirin jî em dest ji xweseriyê bernadin”
Êzîdiyên di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de li pêşiya navenda NY hatin gel hev gotin, “Em hemû bimirin jî em dest ji xweseriyê bernadin”
Êzîdiyên di 1. salvegera Komkujiya Şengalê de li pêşiya navenda NY hatin gel hev gotin, “Em hemû bimirin jî em dest ji xweseriyê bernadin” Êzîdiyan di serî de bang li NY û hêzên navneteweyî kirin ku divê tiştên li Şengalê rû dane weke komkujî nas bikin. Polîtîkayên rêveberiya PDK’ê yên li ser Şengalê dilîze jî bi zimanekî hişk hat rexnekirin.
Bi sedan Êzîdî û dostên wan ên bi sedema yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê di pêşengiya Meclîsa Dîasporayê ya Êzîdiyan de li pêşiya Navenda Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hatin gel hev, bi meş û mîtîngê komkujî şermezar kirin, di serî de bang li NY û hêzên navneteweyî hat kirin ji bo tiştên li Şengalê rû didin hestyar bin.
ÎGREK: PÊWÎSTE NY LI HEMBERÎ TIŞTÊN LI ŞENGALÊ RÛ DIDIN HESTYAR BIN
Piştî meşa 2 kîlometreyan li pêşiya navenda NY mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de destpêkê Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek di destpêka axaftina xwe Komkujiya Şengalê lanet kir û bang kir ku pêwîste NY li hemberî tiştên li Şengalê rû didin hestyar be.
ÎGREK: EM Ê QET DEST JI XWESERIYÊ BERNEDIN
Îgrek bal kişand ser polîtîkayên PDK’ê yên li ser Şengalê pêk tîne û got, “Heya Şengal azad nebe, Kurdistan azad nabe.” Îgrek wiha dewam kir, “Eger PKK, YPG û YPJ nebûya wê îro li Şengal qet Êzîdî nejiyabana. Êzîdî îro jiyana xwe deyndarê van hêzan e. Gelê Êzîdî ji bo careke din rastî komkujiyek wiha neyên dixwazin rêveberiya xwe ya xweser ava bikin. Li ser vê bingehê di bin navê YBŞ’ê de xwe bi çek kirine û xweparastina xwe ava kirine. Em li pêşiya navenda NY’yê bang li cîhanê dikin, eger em hemû bimirin jî em ê dest ji daxwaza xwe ya xweseriyê bernedin.”
CEYLAN: EGER BERXWEDANA ŞENGALÊ NEYÊ PARASTIN WÊ RÊ LI BER KOMKUJIYÊN NÛ VEKE
Piştî Îgrek Hevserokê KCD’ê Mûrat Ceylan axivî. Ceylan di axaftina xwe de komkujî lanet kir. Ceylan bal kişand ser berxwedanên li hemû Kurdistanê bi taybet jî Şengalê didomin.
Piştî axaftinan, dosyayeke ku têde daxwazên tiştên li Şengalê rû dane, naskirina komkujiyê, Şengal weke herêmeke xweser pejirandin, YBŞ weke yekîneya parastina Gelê Êzîdî qebûlkirin, Êzîdîtî weke bawerî pejirandin û li Şengalê di bin kontrola NY de herêma bi ewle avakirin, heye radestî rayedarên NY hat kirin û mîtîng bi dawî bû.