ESP Kurdistan: Mêtinkarî di xwîna dirijînê de wê bifetise

ESP Kurdistan a têkildarî înfazên li Giyadînê daxuyanî da diyar kir ku rejîma AKP’ê jî weke desthilatdariyên beriya xwe wê bi dawî bibe û got: “Mêtinkarî di xwîna dirijînê de wê bifetise.”

ESP Kurdistan, li hember qetilkirina 2 jê zarok 3 kesan ên li Giyadînê nerazîbûn nîşan da.

ESP Kurdistan a daxuyaniyeke nivîskî weşanf bal kişand ser komkujî î înfazên piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li bajarên Kurdan.

ESP Kurdistan ragihand ku komkujiya Pirsûsê ya 32 şoreşger têde hatin qetilkirin qonaxeke nû ye û got: “Terora faşîst a mêtinkar dest bi rejîma êrîşkar a reş a bi retorîka ‘salên 90’an’ kiriye."

ESP Kurdistan di daxuyaniya xwe de got: “Rejîma AKP’ê jî ji ‘qanûna aqûbeta mecbûrî’ ya tevayî rejîmên faşîst ên ji polîtîkaya dijmintiya li hember gelan bendewar in, nikaribe xwe rizgar bike.”