Êrîşên dewleta Tirk li Bielefeldê bi meşekê hate şermezarkirin.

Komkujiya Zergelê, êrîşên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê û komkujiya Pirsûsê li bajarê Elmanya Bielefeldê bi meşekê hate protestokirin.

Komkujiya Zergelê, êrîşên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê û komkujiya Pirsûsê li bajarê Elmanya Bielefeldê bi meşekê hate protestokirin.

Meş bi pêşengiya yekîtiya hêzên demokratîk hate lidarxistin.

Li gel Kurdistaniyan, demokratên Tirk û çepgirên Elman jî di nav de zêdetirî 500 kesî tevlî çalakiyê bûn.

Meş piştî nîvro li navenda bajêr, meydana Jahnplatzê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. 

Hêrsa Kurdistaniyan li dijî hikûmeta AKP’ê ya kujer zêde bû. Di çalakiyê her dirûşma, ‘kujer Erdogan’ hate berzkirin.

Di meşê de bi zimanê Elmanî gel der barê bûyerên dawî û siyaseta faşîzan a AKPê de hate agahdarkirin.

Her wiha bi hezaran belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin.

Meş bi mîtîngekê bi dawî bû.

...