Encûmena Sewzî Çiya ya Merîwanê dest bi paqijkirina Gola Zirêbar kir

Endamên Encûmena Sewzî Çiya ya Merîwanê hêviya xwe bi gotinên rayedarên dewletê neanî û bi derfetên xwe û bi tevlêbûna şêniyên herêmê dest bi paqijkirina hawîrdora Gola Zirêbarê kir.

Hemû salê di van çaxan de balindeyên koçber yên ji herêma sar a Sîbryayê ji bo ku biçin cihên germ ên Efrîqayê dest bi koçê dikin. Di navbera wê rêya dûr û dirêj li hin cihan bêhna xwe didin. Yek ji wan rawestgehên bêhndanê gola bedew ya Zirêbar e ku dikeve bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê. Ev gol ji ber xweşikbûna xwe hemû salê di demsalên bihar û havînê dibe warê tûrîstan. Bi çûyîna tûrîstan re hawîrdora golê tije dibe ji bermahiyên wan ên sergoyê ku metirsiyê hem li ser qirêjbûna jîngehê û hem jî bi taybetî li ser jiyana balindeyên koçber çêdike.

Endamên rêxistina Encûmena Sewzî Çiya ya Merîwanê ji bo parastina Gola Zirêbar û balindeyên koçber yên hemû salê dibin mêhvanê golê zirarê nebînin, kete nav hewldana paqijkirina sergoyên hawîrdora golê.

Endamên encûmenê bi tevkariya jîngehparêz û şêniyên bajêr xwe spartin derfetên xwe û dest bi paqijkirina sergoyên ku ji bermahiyên tûrîstên ku ji bo seyranê tên wê derê kirin.

Di demekê de encûmen xwedî li jîngeha xwe derdikeve ku rayedarên rejîma Îranê gelek caran gotine ku ew ê di parastina golê de erk û pêdiviyan bicih bînin, lê heya niha ti rengdaneke wê çênebûye.