Emisyonên CO2'yê 2023'yan pir zêde bibin!

Saziya Enerjiyê ya Navnetewî (UEK) hişyarî da ku emisyonên CO2'yê sala 2023'an bi rengekî nedîtî wê pir zêde bibin.

UEK'ê ragihand di planên vejandinê de yên têkilî Covîd-19'ê ji ber para enerjiya paqij wê biçûk be emisyonên CO2'yê wê zêde bibin.

Dewletê bi çarçoweya têkoşînê ya dijî hêla Koronayê mîqtareke zêde ya nedîtî xiste dewrê lê li gorî UEK'ê para ji bo derbasbûna enerjiya pak tenê 2 ji 100'î ye.

Di vê qonaxê de 16 trilyon dolar lêçûna bacê ji bo lêçûnên tendiristiyê yên kargehan û malan û ji bo desteka lezgînî hatin bikaranîn. Ji vê 380 milyar têkilî projeyên 'enerjiya' domdar, bi qasî 2 hezar û 300 milyar dolarî jî ji bo ku aborî bi ser ve were hate bikaranîn.

Di encamê de wiha hate gotin: ''Dema ku mirov bala xwe bide ser lêçûnên berdest yên kamûyê emisyonên CO2'yê sala 2023'an wê pir zêde bibin û salên bê jî ev ê bidome.''