‘Em ji bo qesrê nemirin, nekujin’
Bloka Aştiyê li hember polîtîkayên şer ên topyekûn ên AKP’ê bi dirûşma, “AKP şer dixwaze, em ê aştiyê ava bikin” li Bakirkoyê mîtîngek pêk anîn.
Bloka Aştiyê li hember polîtîkayên şer ên topyekûn ên AKP’ê bi dirûşma, “AKP şer dixwaze, em ê aştiyê ava bikin” li Bakirkoyê mîtîngek pêk anîn.
Bloka Aştiyê li hember polîtîkayên şer ên topyekûn ên AKP’ê bi dirûşma, “AKP şer dixwaze, em ê aştiyê ava bikin” li Bakirkoyê mîtîngek pêk anîn. Bi dehhezaran kes bi dowîzên bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî li ser “Aştî”nivîsandî hatin qadê bi yek dengî aştî qîriyan.
Welatî di bin kontroleke zêde de ku derbasî qadê bûn dirûşmên, “Qatil Erdogan” û “Bêşeref Bahçelî”mohra xwe li mîtîngê xistin. Gelan bi yekdengî xwestin ku pêvajoya çareseriyê vegere, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û aştî bê avakirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Pirsûsê, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy axivî.
Gursoy di destpêka axaftina xwe de ciwanên li Amed û Pirsûsê hatin qetilkirin bibîr anî û behsa hovîtiya polîsan a li Geverê li hemberî karkerên înşaetê kir. Gursoy got: “Em dimenîn mîna salên 90’an dibînin. Polîsek ji kesên ku li erdê dirêj kirine re dibêje, “Wê dewletê çi ji we kiriye len” gefa li wan dixwe. Ez bêjim bê kiriye: “Dêrsim, Mereş, Çorûm, Amed, Mamak, Taxa Gazî, operasyona 19’ê Kanûnê kir. Ez hê bêjim.”
Gursoy got ku welêt îro veguherandine du kampan, kampek a aştiyê ya din a şer e. Gursoy da xuyakirin ku gelên li vî welatî dijîn pir baş dizanin ku şer çi ye.
Gursoy diyarkir ku destpêkê şer tê wateya kuştina rastiyê, tê wateya reşkirina şoreşa jinê ya ji Rojava bilind dibe.
Gursoy diyar kir ku hikûmet derewan dike û wiha dewam kir, “Operasyonên ku tê gotin li hemberî DAIŞ’ê hatine destpêkirin, provaya êrîşên li hemberî Kurdan e. Em ê destûr nedin gelê Sûriyeyê bêne bombekirin. Em ê weke bloka aştiyê li hundir û derve destûra şerekî nedin. Hikûmeta ji parastina qesrê dernakeve, ji bo hezmkirina gel her tiştî dike. Êdî ba berevajî ziviriye. Êdî gel ne mirinan aştî û demokrasiyê dixwazin.”
Gursoy weke Bloka Aştiyê daxwazên xwe wiha rêz kir:
- Divê tavilê dawî li qîjeqîja şer bê anîn, bila bombekirin, êrîşên çekdarî, operasyon û girtin bêne sekinandin.
- Bila dest ji tetikê bên kişandin.
- Bila tavilê dawî li polîtîkayên di pirsgirêka Kurd de bêçareseriyê ferz dikin bên anîn, bila rewşa pevçûnê bi dawî bibe.
- Em ji bo qesrê nemirin, nekujin.
- Em bi jin û mêr weke hemû gelên vî welatî ji şer re bibêjin bes e.
- Bila tavilê dawî li pêkanînên herêmên ewlekariya tayber bên anîn.
- Em hem di hindir de hem jî derve de destûr nedin şer.
Dayika Aştiyê Dondu Erdîn di axaftina xwe de diyar kir, “Ez ne parêzer im, ne serokwezîr im, ez dayik im, dayik im, vê xwînê bisekinînin. Bila ne gerîla bimire, ne jî leşker, êdî mirinan bisekinînin. Du kurên min şehîd ketin. Dixwazin me li keştiyekê siwar bikin, lê em ê aştiyê bînin.”
Piştre bavê Vatan Bûdak Mûrat Bûdak axivî û got, “32 canên me qetil kirin. Em li vir bi serbilindî li ser piyan e. Bila kujer vala vala keyfxweş nebin. Ala aştî û biratiyê ya gelan bi serbilindî li ser piyan e.”