‘Em ê xwe li ber çavan re derbas bikin û li ser piyan bin’
Rêxistina HDP’ ê ya Edeneyê têkildarî binpêkirinên mafan û bê ûsuliyan li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rêxistina HDP’ ê ya Edeneyê têkildarî binpêkirinên mafan û bê ûsuliyan li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê der barê hîleyên AKP’ê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Beştaş a di civîne de axivî got ku beriya dengdan biqede, girtekên dengan bi muşahîdan dane îmzekirin. Tûran jî diyar kir ku wê xwe nû bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê têkildarî binpêkirinên mafan û bê ûsuliyan li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hevserokê rêxistina HDP’ê ya Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg di axaftina xwe ya civînê de anî ziman ku AKP’ê bi tehdîd, zext û bombeyan hilbijartinek bi rê ve bir û bi vê kampanyayê bû desthilatdar.
BEŞTAŞ: ME DIZ GIRT!
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî, komkujî, tehdîd û zext hilbijartin xistine zorê. Beştaş ragihand ku wek HDP’ê nikaribûn kampanyayên xurt bimeşînin, li gor encamên hilbijartinan jî partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ne. Beştaş bi bîr xist ku serokê desteya sindoqan berî dengdayînê, girtekên jimartina dengan bi muşahîdan daye îmzekirin.
Beştaş destnîşan kir ku bê ûsulî tespît kirine û ji YSK’ê re ragihandine, îtîrazên pêwîst kirine û wiha berdewam kir: “Li Edeneyê ji bo parlamenterekî di navbera me û AKP’ê de 4 hezar 968 deng ferq heye. Em ê vê ferqê bi îtîrazan bigirin. Me diz girtiye. Em ê vê jî bi girtekên xwe îspat bikin.”
TÛRAN: EM Ê XWE NÛ BIKIN, TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Edeneyê Ridvan Tûran jî polîtîkaya AKP’ê wiha nirxand, ‘mirinê nîşan dide, bi tayê razî dike”. Tûran destnîşan kir ku wek partî çi kêmasiyên wan hebin wê bibînin û li gor wê jî stratejiyekê ava bikin. Tûran diyar kir ku wê tevî her tiştî jî dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dewam kir: “Em ê xwe li ber çavan derbas bikin. Em ê xwe nû bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em hê jî li ser piyan e.” Turan axaftina xwe bi axaftina Seyîd Riza bi encam kir: “Em bi hîleyên wan û derewên wan derneketin serî. Ev ji bo me bû derd. Me jî li hember wan serî netewand, bila ev jî ji wan re bibe derd.”