BI DÎMEN

'Em ê şopîner û hilgirê ramanên Rêber Apo bin'

Peyama silavê ya ku Rêber Apo di Cejna Qurbanê de ji Zanîngeha Kobanê re şand, di nav xwendekar û mamosteyan de kelecanek mezin çêkir. Mamoste Dilvîn Ehmed got, “Em ê şopîner û hilgirê ramanên Rêber Apo bin.”

Peyama Rêber Apo a bi boneya Cejna Qurbanê ji Zanîngeha Kobanî re şandî, di nav derdorên akademîk ên Rojava de deng veda. Peyam ji aliyê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ve bi rêya medyaya civakî bi raya giştî re hate parvekirin.

Mamosteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Dilvîn Ehmed, ji ANF’ê re axivî û hestên xwe yên li ser silava cejnê ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye şandin bi van gotinan anî ziman, "Dema ku peyama Rêber Apo gihîşt me, me kêfxweşiyeke mezin jiya. Ev silav ne tenê ji bo me pîrozbahiyek bû, di heman demê de bangek ji bo têkoşînê bû."

Dilvîn Ehmed, diyar kir ku Zanîngeha Kobanê li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Apo pêş ket û got ku zanîngeh ne tenê navendeke zanistî ye, di heman demê de zemînek e ku tê de fikra azadiyê lê pêş dikeve ye. Dilvîn Ehmed got, "Em bi vê ramanê mezin bûn, me bi vê ramanê xwend û em ê bi vê ramanê xurttir bibin.”

Mamoste Dilvîn Ehmed, destnîşan kir ku xwendekarên zanîngehê dê dilsozê ramanên Rêber Apo bin û soz da ku vê xetê bêtir pêş bixin. Dilvîn Ehmed, axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Dema me çavên xwe vekirin, me tenê kesek dît; ew jî Rêber Apo bû. Em ê şopîner û hilgirên vê ramanê bin; em ê pêşengiya gelê xwe bikin.”