‘Em ê bîranînên hevalê Mûnzûr Emekçî zindî bihêlin!

KCD-E, TJK-E, Komîteya Ji Ocalan Re Azadî soza zindîhiştina bîranîna Mûnzûr Emekçî dan.

KCD-E, TJK-E, Komîteya Ji Ocalan Re Azadî têkîldarî welatparêzê Kurd Mûzaffer Ûçar (Mûnzûr Emekçî) ê li Strasboûrgê jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Wefata Mûzaffer Ûçar ê ku salên dirêj di nav refên Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê cih girtiye, bi girêdanek mezin i Tevgera Azadiyê ve hatibû girêdan û ji bo wê fedakariyên mezin dikir, me ji kûrahî xemgîn kiriye. Di demeke ku gelê Kurd pêdiviyê bi yekî wek wî fedakar û kedkar dibîne de ji ber nexweşiyê wefata wî ji bo tevgera me bûye windahiyek mezin” û wiha berdewam kir:

‘WELATPARÊZEKÎ KU JI BO RÊBER APO BI RUHÊ MÎLÎTANTÎ DIXEBITÎ’

“Ji bilî fedakarî û kedkariya wî, di plansaziya çalakiya 25’ê Hezîrana 2012’an a ‘Nobeda Ji Ocalan Re Azadî’ de di asta yekem de cih girt û li ser vî esasî ji bo azadiya Rêber Apo bêyî bêzar bibe xebitî, ji bo serkeftina çalakiyê kedên mezin da, wek welatparêzekî ku bi ruhekî mîlîtanî dixebîtî derketiyê pêş.

Em destnîşan dikin ev hevalê me yê fedakar ê ku ji bo azadiya Serok Apo bêyî şev-roj, zivistan-havîn guhdar bike xebitî, em ê li keda wî, têkoşîn û şerê wî yê ji bo azadiya Serok Apo meşandî heta dawî xwedî derkevin, ji malbata wî û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz didin ku em ê zanibin têkoşîna wî têkoşîna me ye, sonda wî sonda me ye, şerê wî şerê me ye û em ê li ser vî esasî têbikoşin. Em soz didin ku wek pêwîstiya dilsoziya bîranîna hevalê Mûzaffer em ji bo azadiya Serok Apo bi ruhekî seferbertiyek mezin bixebitin.”