Eleqeya ji bo pel û pincaran zêde ye

Li Wan û Colemêrgê pel û pincarên di biharî de li çiyayan şîn tên li bazaran tên firotin. Eleqeya gel ji bo pel û pincarê zêde ye.

Gel di biharî de debara xwe bi pel û pincarên ku li zozan û çiyayên Serhedê tên berhevkirin, dike. Gîha, pel û pincarên tên berhevkirin li bazarên bajaran tên firotin.

Li Ebex, Şax, Erdîşa Wanê û li Colemêrgê gel eleqeyeke mezin nîşanî heliz, gulik, sîrim, kalîbelk, gitik, mendik, tirşo, sipîtang, cax, mamomer, suh, karî, sipîng, kereng, cahterî û ribêsê dide. Ev gîha û pel û pincar dema hêşîn bin jî tê xwarin û carinan ji bo zivistanê tê hişkirin. Li bazarê kîloyê van gîha û pel û pincaran ji 5 lîra heta 30 lîrayê Tirk tê firotin, di zivistanê de jî kîloya wan diçe heta 300 lîreyî. Par kîloya ribêsê bi 5 lîrayan bû, îsal bûye 20. Kîloya mendikê par bi 10 lîrayan bû îsal bûye 30 lîra, kereng jî ji 10 lîrayan derketiye 20 lîrayan.

Ev pel, pincarên ku li herêmê riwekên endemîk in, berê li her dera çiyayan şîn dibûn lê a niha gelekî hindik mane. Ji ber ku ji kokê tê rakirin, tovê wê namîne û bi awayî êdî ev cure gîha û pel û pincar qir dibin.

Li Wanê Aydin Uyar ê ku bi salan e bi firotina van gîha, pel û pincaran debara xwe dike, diyar kir ku her sal ew bi tonan van pel û pincaran dikire û di du salên dawîn de ev rêje gelekî kêm bûye.

Uyar diyar kir ku di meha Adar, Nîsan û Gulanê de ji bo van riwekan bazar tê vekirin û got “Ev gîha, pel û pincar ji bo tendirustiya mirovan gelekî baş e. Gel eleqeyeke mezin nîşanî wê dide. Heliz, gulik, sîrim û mendik dixin nav penîr. Helizê dixin nav keledoşê. Cax û kereng him bi hêşînahî tê xwarin û him jî dikin tirşî. Ribês û spîng jî piştî berhevkirinê tên xwarin. Ji ber ku kesên van tiştan berhev dikin baş ne baldar in dibe ku nifşên piştî me, van riwekan nebînin. Divê ev gîha , pel û pincar ji kokê neyên rakirin. Ji bo tov jî divê hinek jê neyên berhevkirin.”

Necdet Aslan jî diyar dike ew bi firotina van gîha, pel û pincaran debara xwe dike û got “Jin, kal û pîr baş dizanin ev gîha, pel û pincar kîjan ji wan şifa ne û dikevin kîjan xwarinê. Îroj bihayê tiştên xwarinê gelekî zêde ne û lê ev gîha, pel û pincar gelekî erzan in. Ji ber vê gelê me, berê xwe dide van gîha, pel û pincaran.”