Eleqeya ji bo hînbûn û pêşvebirina Kurdî zêde bûye

Ji bo dersên Kurdî yên dema payîzê, ku Enstîtuya Kurd a Stenbolê dest pê kiriye, eleqeyeke mezin heye. Kapasîteya dersan heta niha ji bo 600 kesî ye, lê tê payin ku enstîtu vê kapasîteyê rojên bê zêdetir bike.

Ji Enstîtuya Kurd a Stenbolê Eyyup Sûbaşi bal kişand ser eleqeya ji bo hînbûn û pêşvebirina Kurdî û destnîşan kir ku ev yek jî nîşan dide; berdêla xwe çi dibe bila bibe Kurd wê zimanê xwe biparêze.

Enstîtuya Kurd a Stenbolê, ji ber şewbê serlêdana ji bo dersên onlîne bi rêya medya mecazî parve kir. Tenê çend saet piştî bangê, 600 kesî ji bo dersên Kurdî serî li enstîtuyê dan. Ji enstîtuyê Eyyup Sûbaşi mijar ji ANF'ê re nirxand.

Sûbaşi diyar kir, ku ji bo dersan baştir bidin wan tenê 600 serlêdan girtine, lê belê hefteyên bê wê serlêdanên nû jî werbigirin. Sûbaşi got, "Kûrsên me yên hînbûn û pêşvebirina Kurdî, beriya şewbê li navenda komeleyê dihatin lidarxistin, lewma me nikarîbûn zêde xwe bigihînin mirovan. Kûrsên me yên niha onlîne, lewma ji gelek bajar û welatan ji bo kûrsê serlêdan çêdibin."

Sûbaşi bal kişand ser qedexekirina şanoya Kurdî û zextên li ser Kurdî û destnîşan kir ku li gel van qedexe û zextan jî ev eleqeya ji bo Kurdî, daxwaza Kurdan a ji bo hînbûn û perwerdeya bi zimanê dayikê radixe pêş çavan.

Sûbaşi bi dewamî got, "Eleqeya zêde ya ji bo kûrsên hînbûn û pêşvebirina Kurdî nîşaneya vê yekê ye. Hewldanên dewletê yên ji bo krîmînalîzekirina çand û zimanê Kurdî didomin, lê belê gelê Kurd mîna her carê xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve. Rojên dawî careke din eşkere bû ku dijminatiya li Kurd û Kurdî, dewlet li ber çavên Kurdan careke din teşhîr kiriye. Eleqeya zêde ya ji bo hînbûn û pêşvebirina Kurdî, peyama wê yekê ye ku berdêla xwe çi dibe bila bibe gelê Kurd wê zimanê xwe biparêze."