Ekosîstema dinyayê li ber hilweşandinê ye

Zanyaran li ser serdema Perm-Trîyasîkê lêkolîn kirin û diyar kirin kêmbûna biyolojîk wê rê li ber hilweşandina ekosîstemê veke.

Li gorî gelek zanyaran kêmbûna cureyên biyolojîk tê wateya destpêka tunebûneke girseyî.

Di qirbûna Perm-Trîyasîkê de ya ku 252 milyon sal berê pêk hat, ji ber teqînên volkanîk ji sedî 95’ê zindiyên li dinyayê qir bûn.

Kêmbûna di nav cureyên zindiyan de ji pênc qirkirinên berê zûtir didome. Bi qirbûna çandiniyê û lêgerîna madenê, qirêjî û nêçîrvaniyê de xweza tune dibe.

Yek ji zanyarê Zanîngeha Zanistanên Jeoyê yê Çînê Dr. Yûangeng Hûang diyar kir “Dinya ji qirbûnên berê bi lez tir tune dibe. Dibe ku em di qonaxa pêşîn a qirbûna girseyî ya mezintir de ne.”