Ekolojîst Yanliç: DMME û UNESCO rûyê şîn ê kaptalîzmê ye
Ekolojîst Guner Yanliç nerazîbûn nîşanî biryara DMME'yê ya li ser Heskîfa dîrokî da û diyar kir, biryarê wijdanê mirovahiyê êşandiye. Yanliç got, "DMME û UNECSO rûyê şîn ê kapîtalîzmê ye."
Ekolojîst Guner Yanliç nerazîbûn nîşanî biryara DMME'yê ya li ser Heskîfa dîrokî da û diyar kir, biryarê wijdanê mirovahiyê êşandiye. Yanliç got, "DMME û UNECSO rûyê şîn ê kapîtalîzmê ye."
Çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Ji ber bendavê wê dîroka 12 hezar salî ya navçeya Heskîfê ya Êlihê di bin avê de bimîne. Ji bo parastina mîrateya çandî ya Heskîfê Prof. Dr. Zeynep Ahunbay, Prof. Dr. Oluş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahunbay, parêzer Murat Cano û Ozcan Yuksek di 22'ê Sibata 2006'an de serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê (DMME) dabûn. Lê belê DMME'yê berî çend rojan biryara xwe eşkere kir û serlêdana red kir. Ekolojîst Guner Yanliç nerazîbûn nîşanî biryara DMME'yê da û mijar nirxand.
RUYÊ ŞÎN Ê KAPTALÎZMÊ: DMME Û UNESCO
Yanliç da zanîn, DMME bi hişmendiya weke li ser bedena mirovekî tadeyek hebe tevgeriyaye û anî ziman, ew bi vê biryarê mat mane. Yanliç bilêv kir ku Heskîf ruhê mirovan şad dike û wiha axivî: "Tenê ne Heskîf tevahiya Geliyê Dîcle giyanê mirovan şad û bextewar dike. Li Heskîfê kareseta xwezayî pêk tê û qîrîneke çandê deng vedide. 22 sal e Hewldana Parastina Heskîfê, xwezahez û ekolojîst li dijî vê talana xwezayê di nava têkoşînê de ne û ji bo parastina mîrateya çandî ya Heskîfê Prof. Dr. Zeynep Ahunbay, Prof. Dr. Oluş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahunbay, parêzer Murat Cano û Ozcan Yuksek di 22'ê Sibata 2006'an de serî li DMME dabûn. Dîsan ji bo mîrateya çandî ya Heskîfê bê parastin bi dehan caran serî li UNESCO'yê dan, lê mixabin heta niha deng û hewldanên UNESCO ji bo mîrateya çandê çênebû. Mirov dikare bibêje DMME bi vê biryara xwe û UNESCO jî ji ber xemseriya xwe rûyê şîn ê kaptalîzmê ye. Divê ekolojîst û dildarên xwezayê hemû hêviyên xwe yên ji DMME û UNESCO qut bikin û bi rêyên cuda têkoşîna xwe xurt bikin."
'DMME HEVKARÊ SÛCÊ AKP'Ê YE'
Yanliç destnîşan kir, DMME bi biryarên xwe yên li ser Kurdistanê bûye hevkarê komkujiyan û got: "DMME çawa ku li ser Roboskî, Cizîr û Sûrê biryara redê da, niha jî bi heman polîtîkayê bûye hevkarê sûc ê AKP'ê. Bi polîtîkaya bendav û projeyên avê, li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek cureyên zindiyan tune bûn. Kesên komkujiyên li dijî mirovan dikin û kesên bendavan ava dikin hişmendiya wan yek e. Heta em ji xwezayê fêhm nekin, çanda xwezayê nedin fêhmkirin em ê ti tiştî fêhm nekin û nikaribin biparêzin."
HESKÎF ROJ BI ROJ DI BIN AVÊ DE DIMÎNE
Şûnwarê dîrokî û çandî Heskîf ku heta 12 hezar sal berê şopa mirovan û jiyanê lê xuya dibe, di sala dawî de rastî taxrîbatên mezin hat. Warê ku navenda tûrîzmê ye û zêde bala tûrîstên biyanî dikişîne, îsal ji ber înşaeta lê hat kirin, zinar û şikeftên dîrokî bi dînamîtan hatin hilweşandin û xerakirin, reng û rûyê xwe yê dîrokî winda kir. Dîsa gelek berhemên dîrokî yên wekî tirb, mizgeft û dêr ji cihê wan hatin rakirin û guheztin cihekî din. Warê dîrokî ku sal bi sal di bin avê de dimîne, herî zêde par rûyê wê hat guhertin û talan bû. Her çend ev warê dîrokî û çandî ji aliyê UNESCO ve bê parastin jî heta niha UNESCO li hemberî vê talankirin û wêrankirinê dengê xwe dernexistiye. Bi hinceta hikumetê serî li Mîrateya Cîhanê nedaye nehate parastin. Bi îhaleyên mezin warên dîrokî ji cihê wan rakirin û birin cihên din. Di nava salekê de cihê Mizgefta Eyyûbî, Hemama Artuklu, Turbeya Zeynelbey, Zeviya Mele Abdullah, Deriyê dîrokî yê Romayê û gelek herhemên din ji cih û warên wan rakirin. Piştî ku ev warên dîrokî ji cihê wan hatin rakirin nayê zanîn ku van berheman çiqas zerar dîtiye. Ser keleha Heskîfê jî bi betonê winda dikin. Bi dîwarê li dora wê tê lêkirin di bin betonê de tê veşartin. Bi vê talankirin û wêrankirinê re 123 cureyên sewal û zindiyên li Geliyê Dîcleyê wê tev tune bibin.