Ekolojî li welatên Ereban: Wê herî zêde bandor li wan bibe

Li welatên Ereban ên ku li dinyayê herî zêde ew karbondîoksîtê belav dikin, ji ber qîmetnedana ekolojiyê û germahiya global, ji bo pêşîlêgirtina karesetan tevdîrên wan kêm e.

Di rojnameya L’Orîent-Le Joûrê de bihîstariya li hemberî ekolojiyê ya welatê Ereban hate şîrovekirin û bal hate kişandin ser vî tiştî ku ji gelek welatên din zêdetir ew xisarê didin ekolojiyê.

Hate diyarkirin ku Katar di warê belavkirina karbondîoksîtê de di dinyayê de yekemîn e û ev rêje li gorî DYE 3 katan zêdetir e. Ev jî tê wateya ku Katar bi qasî 15 katan xisarê dide axa xwe. 

BIHISTYARIYA LI HEMBERÎ EKOLOJIYÊ BI PÊŞ NEKET

Di şîroveyê de hate diyarkirin ku hefteya borî li temamî dinyayê bi milyonan ciwan daketin qadan lê bi tenê li çend welatên Ereban çalakiyên marjînal hatin lidarxistin. Di şîroveya rojnameyê de hate diyarkirin ku ekolojî li welatên Ereban hê nebûye parçeyekî nîqaşên entellektuel û di hilbijartinan de ‘dengan nayne.’

Di şîroveyê de hate diyarkirin ku li van welatên çol lê hene wê kêşeyên ekolojîk pêk werin. Di nivîsê de qala raporeke di sala 2015’an de hate kirin a ku di kovara Natûre Clîmate Changeyê de hatibû veşartin. Di rapora wê demê de hatibû diyarkirin ku “Di sala 2100’î de mirov heke li Kendava Persê li derve be, ev tişt jî dibe ku bibe sedema mirinê.”

Di şîroveyê de hate diyarkirin ku welatên li Kendavê ji dêvila ku di warê avhewayê de tevdîrên mayînde werbigire, li her derê klîmayan saz dike.

Di şîroveyê de hate diyarkirin ku ji ber hewaya qirêj a ji hilberandina petrolê li Siûdî Erebistanê 25 ji sedî û li Katar û Kuveyte jî 20 ji sedê gel bi nexweşiya astimê ketine. Di şîroveyê de hate diyarkirin ku di dawiya sedsalê de wê serdana Hecê ya Mekkeyê jî gelekî dijwar be. 
Di şîroveya rojnameyê de hate diyarkirin ku li Emîrtiya Ereban a Yekgirtî veberhênanên enerjiya rojê di asteke girîng de ye.