Egîtîm-Sen: Divê waliyê berpirsê mirina Oz îstîfa bike
Desteya Rêveber a Navenda Egîtîm-Senê têkildarî mamosteyê bi navê Halîl Oz ê rastî heqaretên Waliyê Yalavoyê Cebîroglu hat û di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand
Desteya Rêveber a Navenda Egîtîm-Senê têkildarî mamosteyê bi navê Halîl Oz ê rastî heqaretên Waliyê Yalavoyê Cebîroglu hat û di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand
Desteya Rêveber a Navenda Egîtîm-Senê têkildarî mamosteyê bi navê Halîl Oz ê rastî heqaretên Waliyê Yalovayê Cebîroglu hat û di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û xwest waliyê ku berpirsê mirina Oz e îstîfa bike. Di daxuyaniya nivîskî de Waliyê Yalovayê weke berpirsê yekemîn ê mirina Oz hate desntîşankirin û wiha hate gotin: “Divê waliyê ku maf, ked û rûmeta mamosteyan binpê dike, li hember hiqûqê hesabê bide û ji wezîfeya xwe îstîfa bike.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo mamoste Halîl Serkan Oz ji sîstema tenê rengek ê cil û bergan protesto bike bi cilên xwe yên bi dilê xwe ve hatiye cihê ka û da zanîn ku çalakî yek ji mafên sereke yên mamosteyan e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku waliyê Yalovayê Cebîroglu ji bijî heqareta li hemberî kedkaran tu tiştekî din nekiriye.
Egîtîm- Senê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya walitiyê ya piştî mirina Oz da û diyar kir ku waliyê ku neheqî li mamoste Halîl Serkan Oz ê ku endamê me ye, daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew li hemberî vê yekê xemgîn in û nerazîbûneke tund nîşanî vê helwesta walîtiyê da.
Egîtîm Senê da zanîn ku ew ê destê xwe ji qirika kesên ku bûn sedema mirina Oz venekin û got: Divê waliyê ku maf, ked û rûmeta mamosteyan binpê dike, li beramberî hiqûqê hesabê bide û ji wezîfeya xwe îstîfa bike.” Egîtîm-Senê xwest rêz nîşanî mafê mamosteyan bê dayin û di dawiyê de sersaxî xwest.