'Eger Kurd nebin yek wê şensê xwe yê dawî jî ji dest bidin'

Nivîskar Seydayê Xelatî diyar kir, li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye û got, "Eger Kurd di vê pêvajoyê de nebin yek wê şensê xwe yê dawî jî ji dest bidin. Ji ber vê yekê divê em teqez bibin yek."

Piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaz û xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd zêdetir bûn.

'TIŞTÊN DIQEWIMIN YEKÎTIYÊ LI KURDAN FERZ DIKE'

Xelatî anî ziman ku pêvajoya heyî yan jî tiştên ku niha li Kurdistanê diqewimin yekîtiyê li Kurdan ferz dike û wiha axivî: "Heke Kurd di vê pêvajoya dîrokî de nebin yek, wê şansên heyî jî winda bikin. Parastina destketiyên çar parçeyên Kurdistanê jî bi yekîtiyê ve girêdayî ye. Ji bo Kurd ji êrîş, komkujî û wêran kirinê rizgar bibin divê tifaq û yekîtiya xwe ava bikin. Eger gelê Kurd nebe yek û yekîtiya xwe ava neke, çawan ku ve 200 sale Kurd rastî êrîş û qetilkirinê tê dê hin bêhtir Kurd werin qetilkirin. Ji bo vê yekê teqez divê yekitiya neteweyî bê çêkirin. Ev peywira herî girîng ya siyasetmedarên Kurd in. Gelê Kurd ji bo yekitiyê amade ye û xewna salan ya Kurdane. Eger yekîti pêk neyê wê civaka Kurd ziyanên mezin bibînin." 

'DIVÊ HER KES TEVLÎ VÎ KARÊ PÎROZ BIBIN'

Xelatî da zanîn ku gelê Kurd li qadan ji bo yekîtiya neteweya Kurd amade ye û ev tişt got: "Li çar perçeyên Kurdistanê gel bûye yek. Gelên li Kurdistanê jî ji bo yeakîtiyê amade ye. Divê partî û rêxistinên dibêjin em Kurdin û ji bo Kurdistanê xebatê dikin, divê her tiştê danîn aliyekê û ji bo xatirê yekitiyê li dora hev kombibin. Îro Kurd ji siyasetê yekitiyê dixwaze. Divê berî demekê komsiyon bên avakirin û dest bi xebatên yekitiyê bên kirin. Divê divan komsiyan de jî hemû aliyên civakê cihê xwe tê da bigrin û li her çar parçeyên Kurdistanê bigerin û nêrînên civakê jî bistînin. Hemû partiyên Kurd neçarin tevlî vê xebata pîroz bibin. Divê siyasetmedarên Kurd ji cihêku Kongreya Neteweya Kurd lê mabû berdewam bikin. Divê em êdî yekîtiya neteweyî ava bikin. Em Yekîtiya Neteweya Kurd ava bikin em dikarin van êrîş  û komkujiyên li ser xwe bişkînin."

BANGA JI BO YEKÎTIYÊ

Xelatî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên Kurd kir û wiha got: "Ez weke kalemêrek Kurd û nivîskarek Kurd min gelek bi çavê xwe ditiye, gelek zehmete hin partiyên Kurd dest ji berjewendiyên xwe berdin û werin yekitiyê, lê şert û mercên em tê de dijîn yekitiyê li me ferz dike. Ji bo vê yekê divê em li cem hev kombibin û yekitiya xwe ava bikin. Ez bang li hemû rêxistin û partiyên Kurdan dikim ku li ser vê xebata piroz li hev bicivin û dest bi xebata yekitiyê bikin."