Efsaneya Febronîa ya ji Nisêbînê

Wêrekiya rahîbeya ciwan Febronîa û sekna wê ya li dijî êşkenceyê her tim tê vegotin. Li manastira li gundê Hîmo yê Qamişloyê ji bo wê dua tê kirin.

Febronîa yek ji endamên komên jinên nezewicî bû, ku weke 'Keçên Sondxwarî' dihatin naskirin. 'Keçên Sondxwarî' ew jin bûn ku bi sonda nezewicî bi jiyana dêrê ve girêdayî bûn, lewma dêr di jiyana wan de xwedî cihekî taybet bû. Ev civaka olî yek ji hêmanên bingehîn ên jiyana bajarî ya li Mezopotamya Bakur bû.

Febronîa ku di sala 284'an de ji dayik bû û bi 'bedewî', 'dilnizmî' û têgihiştina xwe li bajêr dihate naskirin, xwarziya Bryene bû û ji du salî ve di nava vê civakê de mezin bûbû. Mejiyê jin a ciwan ku xwe ji jiyana komunal xwedî dikir, bi qasî avê pak bû. Ev pakbûna rahîbeya ciwan mirov dikir heyrana xwe.

Împarator Dîocletîan (284-305) sala 304'an komek ji leşkerên xwe şand Mezopotamyayê. Piştî ku Romayî gihîştin Nisêbînê tevî pîskopos, rahîb û keşîşan Xiristiyanên li herêmê hemû reviyan û xwe li çiyê veşartin. Gelek jinên di bin pêşengiya Bryene de jî tevlî nava gel bûn û berê xwe dan çiyê, dêr terikandin. Lê belê Febronîa û xaltîka wê baweriya xwe bi wê yekê anîn ku Xwedê wê wan biparêze. Febronîa wiha dibêje, "Xaltîkê ez ê li vir bimînim; ji bilî rijandina xwîna xwe ya ji bo Îsa Mesîh gelo çi tişta baş wê bi serê min ve bê!"

ÎMPARATOR RED DIKE

Birayê Împaratorê Romayê Selenos û biraziyê wî Lysîmachos ku hatin bajêr, destpêkê çûn dêra jinan. Dema ku leşker bi zorê ketin hundirê dêrê, biryar dan ku rahîbe Febronîa bigirin. Febronîa dibin gundê Hîmo yê li Qamişloyê. Împarator Dîocletîan pêşniayrê li keça ciwan dike ku dest ji Xiristiyaniyê berde, bi kurê wî Lysîmachos re biqewice û bi vî rengî wê dewlemendî û azadiyê bide wê. Febronîa vê pêşniyarê red dike. Dîocletîan fermanê dide ku êşkenceya bêrehm li Febronîa bê kirin. Dixwaze ku kincên wê jê bike û qemçiyan lê bidin. Destpêkê sînga wê piştre jî destên wê jê dikin, piştre diranên wê dikişînin. Êşkence ewqasî giran e ku girseya gel ji bo êşkence bi dawî bibe li ber leşkeran digere. Lê belê leşker guh nade girseyê û çermê Febronîa jê dikin û bedena wê ya parçekirî dişewitînin. Yên ku cesedê rahîbeya ciwan dibînin matmayî dimînin. Febronîa ku êşkenceyeke giran lê hate kirin, ewqasî pak û wêrek e ku girseya gel li ber Dîocletîan û leşkerên wî radibe. Ya rast gelek ji kesên di nava girseyê de bi veşartî biryarê dide ku bibe Xiristiyan.

LI CIHÊ KU XWÎNA WÊ LÊ RIJIYA DAR ŞÎN DIBE

Gel pê dihese ku li cihê ku xwîna Febronîa lê hate rijandin dar şîn bûye. Dara destpêkê li pêşiya manastira li Nisêbînê, dara duyemîn li gundê Hîmo yê ku Febronîa lê hate şewitandin, dara sêyemîn jî di navbera Nisêbîn û Hîmo de şîn dibe. Dara bi navê Febronîa ya li hewşa manastira li Hîmo jî weke dara xweziyan tê bikaranîn. Her kes tê ber vê darê û dua dike. Li ser gora wê ya li dêrê jî find tê pêxistin û dua tê kirin.

Dêra Febronîa di sala 117'emîn a qetilkirina Febronîa de 20'ê Tebaxa 2004'an ji aliylê Suryaniyan ve li gundê Hîmo ku gora wê lê ye, hate avakirin.