Dosyaya komkujiyan a AKP’ê radestî Televizyona Dewletê ya Swêdê hat kirin
Komkujiyên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk ên ji Roboskî heya Zergelê pêk anîne, kirin dosyayek û radestî Televizyona Dewleta Swêdê hat kirin.
Komkujiyên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk ên ji Roboskî heya Zergelê pêk anîne, kirin dosyayek û radestî Televizyona Dewleta Swêdê hat kirin.
Komkujiyên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk ên ji Roboskî heya Zergelê pêk anîne, kirin dosyayek û radestî Televizyona Dewleta Swêdê hat kirin.
Heyeta ji 10 kesan a ji Navenda Demokratîk a Kurd a Stockholmê û Navenda Jinan a Amarayê pêk dihat îro li derdora saet 15:00’an de li Stockholmê çûn avahiya navendî ya Televizyona Dewletê ya Swêdê bi rayedarên saziyê re hevdîtin pêk anîn.
Bi navê heyetê ji Meclîsa Jinan a Amarayê Ferah Bozcali hevdîtin pêk anîn û der barê bombekirinên dewleta Tirk li herêmên gerîlayan, binçavkirin û girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê li hember Kurd û şoreşgeran bi rayedarên saziyê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de behsa girîngiya ku ev rewş bikeve rojeva raya giştî ya Swêdê bê kirin hat kirin.
Bozcalî 1. salvegera Komkujiya Şengalê bibîr xist û ji rayedarên Televizyonê re behsa girîngiya tiştên li Şengalê qewimîne ya anîna rojevê kir. Bi navê Televizyona Dewleta Swêdê jî Nîna Lofgrenê bi heyetê re hevdîtin pêk anî û got ku ew pêşketinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji nêz ve û bi fikar dişopînin û ji bo hîn zêdetir di rojevê de cih bigire çi ji destê wan bê wê bikin. Piştre Kurdistaniyan dosyaya ku wêneyên komkujiya Zergelê têde radestî rayedarên televizyonê kirin.
LI ÛPPSALAYÊ BI ROJNAMEYÊN HERÊMÎ RE HEVDÎTIN HATIN KIRIN
Li bajarê Ûppsalayê Kurdistaniyan bi Radyoya Dewletê ya Ûppsala û rojnameya Ûppsala Nya Tidningen ên weşanên herêmî dikin ziyaret kirin û der barê pêşketinan de agahî dan redaksiyonan.
Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Ûppsalayê bi berpirsên redaksiyonan re li ser rewşa dawî hevdîtin pêk anîn û ji wan xwestin ku hê zêdetir Komkujiya Zergelê û êrîşên hewayî yên li hemberî qadên gerîlayan di weşanên xwe de bidin.
Rayedarên radyo û rojnameyê bibîr xistin ku li bajêr gelek Kurd dijîn û ji ber vê sedemê pêşketinên li Kurdistan û Tirkiyeyê li gel xwendekarên xwe parve dikin û wê berdewam bikin.