Dorhêla Gola Wanê ziwa dibe

Germahiya global û ziwatî bû sedem ku ava li Gola Wanê kêm bibe. Gelek gol, çem, bendav û kaniyên li derdora Gola Wanê çikiyan.

Derdora Gola Wanê ku bi sed hezaran mirov lê ne, li ber ziwabûnê ye. Ji ber ku ava Gola Wanê kêm bû û hin ji golên li derdorê bi temamî ziwa bû, di serî de flamîngo gelek zindî neçar man cihên xwe yên jiyanê biguherînin.

Dorhêla Gola Wanê ku her sal malovaniyê ji hezaran flamîngo û gelek cûreyên çivîkan re dike, vê taybetmendiya xwe ji dest dide. Ziwabûna qadên avî yên Çelebîbagi û Golagzi ya navçeya Erdîşê, Nîvgirava li navçeya Adilcewazê, gelek golên li gundên Akçirayê; Gola Xwê ya li navçey Sarayê û Akgol a li navçeya Qelqeliyê ku ji bo çivîkan cihê xwedîkirin û bicihbûnê ne, bandoreke neyînî li jîngeha zindiyan kir. Çivîkên ku her sal têne van herêman berê xwe dan herêmên cuda.

ÇAVKANKYA OKSÎJENÊ JÎ TUNE DIBE

Dorhêla Gola Wanê ku ji aliyê nebatan ve lawaz e, yekane çavkaniya xwe ya oksîjenê qamirgeh e.

Ziwabûna derdora golê, çem û qadên avî bûn sedem ku qamirgehên li vê derê jî tune bibin. Ev yek jî tê wateya tunebûna çavkaniya oksîjenê ya herêmê.

FELAKETÊN HÎN MEZINTIR ÊN XWEZAYÎ

Serokê Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdora Wanê (Van Çev-Der) Alî Kalçik diyar kir ku kêmbûna ava Gola Wanê, ziwatiya li herêmê encama polîtîkayên şaş û germahiya global e.

Kalçik anî ziman ku eger germahiya global derkeve ser 1.5 pileyî wê li cîhanê felaket rû bide û got, "Nîşaneya van felaketan jî ew cemedin ku bi salane dihelin. Êdî em ber bi dawiyê ve tên û cîhan ber bi felaketeke mezin ve diçe."

Kalçik ragihand ku li Dorhêla Gola Wanê gelek gol, bendav û çem ziwa bûne yan jî li ber ziwabûnê ne û got, "Herêma Zîlanê ku ji berê ve bi xweza û ava xwe naskirî ye, qet bi vî rengî ziwa nebûbû. Mîna herêma Zîlanê gelek herêm ketine bin bandora vê felaketê. Bi vekişîn an jî ziwabûna avê re qamirgehên ku yekane çavkaniya oksîjenê ya herêmê ne ziwa bûn. Sedemeke din a vê felaketê jî polîtîkayên şaredariyên li herêmê ye. Ji ber ku şaredarî li peravê Gola Wanê rê çêkirin, perav dagirtin, qamirgeh tune bûn. Eger kiryarên bi vî rengî dewam bikin wê felaketên mezintir rû bidin."

GOLA BI HEZARAN SALÎ ZIWA BÛ

Ayhan Mînaz ê li Adîlcewazê diyar kir ku ava Gola Wanê gelekî vekişiya ye, goleke bi hezaran salî ya li nava gundê wan bi temamî ziwa bûye û got, "Gola li nava gundê me her sal malovanî ji hezaran çivîk û zindiyan re dikir. Gola bi hezaran salî mixabin îsal ziwa bû. Eger bi vî rengî dewam bike hem gundê me hem jî gundên din wê bêav bimînin."