‘Divê em li herêma Firatê çandiniyê dewlemendtir bikin’

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziyên herêmê û qutkirina çemê firatê, bandorekê neyînî li ser çandiniya herêmê dike û got: “Divê em çandiniyê dewlementir bikin.”

Li herêma Firatê amadekariyên çandiniya sala 2024’an tê kirin ku wê ceh, genim, kemûn, nîsk, colik û hwd li herêmê were çandin. Lê piştî ku dewleta Tirk êrîşî îstasyona petrolê kir, berhemê mazot bi rengekî kêm tê bidestxistin. Ew jî bandoreke mezin li ser çandiniya herêmê dike.

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban têkildarî çandiniya îsal a li herêma Firatê ji ANF’ê re axivî.

Daban diyar kir ku sala 2023’an salekî bi xêr û bêr derbas bû û got: “Berhemên genim, ceh û dexl û danê herêmê dewlemend bû. Li herêma Firatê jî 170 hezar ton genim ji cotkaran, yê bejî û avî hat wergirtin. Sedemê vê dewlemendiya xakê barîna zêde ya baranê û bi destxistina berhemên sotemeniyê ye.”

Sewsen Daban got ku li gorî biryara Rêveberiya Xweser a ji bo rixstkirina madeyê sotemeniyê, divê berê xwe bidin Desteya Çandiniyê û wiha bilêv kir: “Ji bo wergirtina kimawî, tov û madeyê sotemeniyê, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve daxuyanî hat dayîn. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji bo wergirtina van berheman divê berê xwe bidin Desteya Çandiniyê ya li herêmê û li gorî wê berheman werbigrin.”

Sewsen Daban ragihand ku piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyên herêmê, wê îsal madeyên mazotê kêm be û wiha pêde çû: “Bi sedan cotkar ji bo wergirtina mazotê serlêdana Desteyê dikin. Ew jî ji ber ku îstasyonên petrolê hatin hedefgirtin û ji xizmetê derketin. Madeya mazot wê li herêmê kêm be. Ji xwe armanca dewleta Tirk ew ku binesaziyên herêmê bike hedefa xwe û tevahî saziyên herêmê ji xizmetê derkevin.”

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya herêma Firatê Sewsen Daban di axaftina xwe de wiha got: “Qutbûna çemê Firatê jî bandoreke mezin li ser herêmê dike. Piranî cotkarên herêma Firatê, li ser çemê Firatê çandiniya xwe dikin. Lê ji ber qutkirina çemê Firatê rêjeya çandiniyê li herêmê kêm dibe. Em jî weke desteya çandiniyê karê ji me tê xwestin dikin û bi cotkaran re dibin alîkar. Em hêvîdarin ku di demê pêş de madeya mazotê zêdetir were bidestxistin û em çandiniya xwe ya îsal li herêmê dewlementir bikin."